BI DÎMEN

Li Darmstadtê Şehîd Sîdar Amed hate bibîranîn

Şeref Ay, li ser xwişka xwe Sîdar Amed re behsa girêdana malbata xwe ya bi têkoşînê re kir. Aktîvîsta TJK-E’yê Sara Aktaş jî destnîşan kir ku nêzikatiya li hemberî şehîdan tenê bi bîranînê sînordar nîn e.

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê, ji bo endama Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn Sîdar Amed (Nihal Ay) ku di sala 2025’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd ketibû, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîna ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Hessen û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat organîzekirin, li salona komeleyê pêk hat. Bernameya bîranînê bi sirûda “Ey Reqîb” û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de axaftina yekem birayê Şehîd Sîdar Amed, Şeref Ay kir. Şeref Ay di şexsê Sîdar Amed de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û diyar kir ku girêdana malbata wan a bi têkoşîna şoreşgerî re dîrokî ye. Ay wiha axivî: “Bi belavbûna tevgerê ya li herêmê re, di serî de bavê min, malbata me çi ji destê wan hat kir. Dema malbata me bi têkoşîna şoreşgerî re naskir, her du xwişkên min Adar û Sîdar hîna zarok bûn. Yek 2 salî, ya din jî 4 salî bû. Bavê min di sala 1992’an de di êrîşên Hizbul-Kontra de şehîd ket. Bi şehadeta bavê min re malbata me bi temamî berê xwe da qadên têkoşînê. Adar û Sîdar bûn neferên têkoşîna şoreşgerî. Xwişka min Adar, di sala 2022’an de li Amedê şehîd ket.

Xwişka min Nihal (Sîdar), di sala 2005’an de destpêkê di xebatên çand û hunerê de cih girt û tevlî têkoşîna gel bû. Di sala 2008’an de wekî şoreşgereke profesyonel têkoşîna xwe domand. Di heman salê de xwişka min Adar jî tevlî refên gerîla bû. Xwişka min Sîdar ji temenê piçûk ve, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî, bi stran û nivîsên xwe hewl da têkoşîna vî gelî bîne ziman. Di sohbetên me yên dawî de, gava min jê pirsî ka bavê min tîne bîra xwe an na, tenê bîranînek ji min re vegot: Ku bavê min ew daniye ser çoka xwe û jê xwestiye stranekê bibêje… Ev tenê bîranîna wê ya li ser bavê min bû û hîna di dilê me de wekî xwe dimîne. Ew wekî zarokekê ma.”

'Nêzikatiya me ya ji bo şehîdan divê bi jiyaneke birûmet û seknekê teşe bigire'

Li ser navê TJK-E’yê Sara Aktaş axivî û di şexsê şehîd Sîdar û Adar de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn. Sara Aktaş got: “Ez malbatê ji nêz ve nas dikim û şahidê têkoşîna wan im. Heval Sîdar hema bêje li ber çavên me mezin bû, li ba me tevlî têkoşînê bû. Ji ber vê yekê, axaftina li ser wê ji bo min pir giran e. Lê em dikarin çi bikin? Nêzikatiya me ya li hemberî şehîdan divê bi jiyaneke birûmet û sekneke bihişmendî teşe bigire. Ji ber vê em nikarin bi awayekî asayî nêzîk bibin. Ev berpirsyariyeke li hemberî şehîdan û têkoşînê ye.”

Sara Aktaş anî ziman ku nêzikatiya ji bo şehîdan tenê bi bîranîn û şînê sînordar nîn e û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hemû pêngavên xwe yên girîng bi referansa şehîdan pêk aniye; “Yanî dilsoziya bi şehîdan re ji bo me bûye bingeha sereke ya têkoşînê,” û axaftina xwe bi dawî kir.

Li ser navê KOMAW’ê Ali Konkurt jî diyar kir ku xwedîderketina li şehîdan tê wateya xwedîderketina li şoreşa Kurdistanê. Konkurt tekez kir ku asta ku têkoşîn îro gihîştiye wê, bi saya fedakariya şehîdên ku di rêya azadiyê de gihîştine şehadetê ye.

Li ser navê TEV-ÇAND’ê Sinan Asya jî bal kişand ser nirxên ku şehîdan afirandine û diyar kir ku afirînerên têkoşîna şoreşa Kurdistanê şehîd in. Asya got ku şehîdan gelek ji xoliyên wê ji nû ve ava kiriye.

Di çarçoveya bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Sîdar Amed hat nîşandan. Salon bi wêneyên şehîd, alayên TJK-E û KOMAW’ê û posterê mezin ê Rêber Apo hatibû xemlandin. Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.