Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) peyama sala nû weşandin û diyarkirin ku ew ê ji bo avakirina çareseriyeke demokratîk, aştiyane û li ser bingeha îradeya gelan berpirsyariyê bigirin.
Di peyamê de wiha hate gotin, “Dema ku em dikevin sala nû, hemû saziyên xwe, hevalên xwe yên têkoşînê, Rêber Apo ku pêşengî ji jiyana demokratîk û jiyana azad a gelên me dike û hemû gelên xwe yên mezlûm ku ji bo edalet, aştî û rûmetê li ber didin, silav dikin.”
KON-MED’ê diyar kir ku pêşeroja hevpar a gelan ne bi şer bi diyalogê, ne bi înkarê bi çareseriya demokratîk pêkan dibe û wiha got, “Em careke din diyar dikin ku em ê ji bo avakirina çareseriyeke demokratîk, aştiyane û li ser bingeha îradeya gelan, piştevanî û têkoşîna xwe mezin bikin. Em hêvî dikin ku di sala nû de bangê aştiyê werin bersivandin, siyaseta demokratîk xurt bibe û gel di jiyaneke wekhev û azad de bicivin.
Bi vê hest û hizran salekî tijî hêvî û biryardarî ji bo hemû sazî, heval û gelên xwe dixwazin; careke din baweriya ku em ê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re mezin bikin dubare dikin.”