BI DÎMEN

ADGB’ê ji bo komkujiyên Kanûnê panel û çalakî li dar xist

Li Dubendorf a Swîsreyê, ji bo bîranîna salvegera komkujiyên Mereşê, 19’ê Kanûnê û Roboskî çalakî û panel hat lidarxistin. Di panelê de bal kişand ser dernexistina kujerên komkujiyan û siyaseta bêcezatiyê.

Li bajarê Dubendorf a Swîsreyê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB) ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê (1978), Komkujiya 19’ê Kanûna 2000’an a Girtîgehan û Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an çalakî hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşger destpê kir. Piştre rêveberê FEDA û rêberê olî Alî Koyluce mûm pêxist. Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona li ser her sê komkujiyan hatibû amadekirin, berdewam kir.

Bi maderatoriya wê Başak Oztaş panela bi sernavê "Meraş, 29’ê Kanûnê Roboskî: Em ê çawaji “lepên komkujiyan rizgar bibin” hat lidarxistin. Siyasetmedara Kurd Ayşe Acar Başaran, rêberê olî Alî Koyluce, nivîskar Huseyin Torûn û çalakvanê siyasî Mûzaffer Acûnbay di panelê de axivîn.

Başak Oztaş di axaftina vekirinê de diyar kir ku ev bername ne tenê ji bo bîranîna komkujiyan e û got, “Wekî qurbaniyên van komkujiyan, em dixwazin li ser tiştên ku em dikarin li dijî wan çi bikin? Em çawa dikarin xetek rêxistinî ya hevpar biafirînin? nîqaş bikin.”

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser komkujiyên ku rayedarên dewletê ser wan dinixumînin û got, "Dosyaya Komkujiya Roboskî di korîdorên Enqereyê de winda bû. Ji ber ku hevrûbûna bi komkujiyan re tineye, bûyerên bi vî rengî berdewam dikin. Divê em xetek têkoşînê ya hevpar biafirînin."

Huseyin Torûn behsa girîngiya dîroka Komkujiya Mereşê kir û got, "Dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e. Bi taybetî di meha Kanûnê de, hema hema her roj komkujiyek qewimiye. Divê em bîra xwe ya kolektîf zindî bihêlin û van komkujiyan ragihînin nifşên pêş xwe.”

Ali Koyluce li ser du serdemên polîtîkayên komkujiyê di dîroka Komara Tirkiyeyê de pêk hatine rawestiya û got, “Di serdema yekem ji bo dewleta xwe bide îspaykirin komkujî pêk anîn. Komkujiyên Koçgirî, Palû, Zîlan û Dersim di vê çarçoveyê de pêk hatin. Serdema duyemîn piştî sala 1968’an jî berdewam kir û hîn jî bandorên wê berdewam dikin.”

Mûzaffer Acûnbay jî êrîşên li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî kronolojîk vegot û got, "Îro girtîgehên tîpa bîrê tên lêkirin. Piştî 19’ê Kanûnê çalakiyên li derve dihatin lidarxistin moral û hêz dan me. Niha divê em li kêleka kesên ku li dijî van girtîgehên tîpa bîrê li ber xwe didin bisekinin."

Panel bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.