Cejna Berxwedana Neteweyî li Kolnê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê “Cejna Berxwedana Neteweyî” hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga xwedîderketina pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, hate kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê “Cejna Berxwedana Neteweyî” hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga xwedîderketina pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, hate kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê FED MED NRW’ê ve, li Salona Saal 2000 hate lidarxistin.
Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku şehîd bûne û wêneyên Sebrî Tendûrek, Berfîn Nûrhaq û Masîro Xabûr ên ku di dema dawî de şehadeta wan hate ragihandin, hate xemilandin. Pankarta bi nivîsa “Şahiya Hebûn û Azadiyê. Roja Hebûn û Azadiyê li Gelê me Pîroz Be!” ser dîkê hate daleqandin. Di qadê de Heyva Sor û saziyên Kurd ên demokratîk standê vekirin.
Pîrozbahî bi tevlîbûneke girseyî û deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokên FED MED’ê Ehmed Kobanê û Esma Yalçin axivîn.
‘CEJNA BERXWEDANÊ LI RÊBER APO Û GELÊ ME PÎROZ BE’
Hevseroka FED MED’ê Esma Yalçin destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana PKK’ê gihiştiye van rojan û wiha got, “Îro roja vejînê ye. Li tevahî gelê me û li Rêber Apo pîroz be. Em ji vir Rêber Apo silav dikin û cejna wî pîroz dikin.”
Ehmed Kobanê jî bal kişand ser dîroka têkoşîna 47 salî ya PKK’ê û bal kişand ser rola dîrokî ya Rêber Apo ya li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê. Kobanê diyar kir ku pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, ji aliyê gelê Kurd ve hatiye xwedîderketin û ji bo serketina pêvajoyê banga berpirsyariyê li her kesî kir.
Pîrozbahî bi stranên hunermend Hozan Bengî dewam kir. Strana Hozan Bengî ya ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan eleqeyeke mezin dît. Li ber stranan govend hate gerandin.
‘PKK ÎNKAR Û ÎMHAYÊ RAWESTAND’
Piştre siyasetmedar Faysal Sariyildiz axivî. Sariyildiz bal kişand ser şert û mercên derketina Tevgera Azadiya Kurd û îşaret bi gotina “PKK înkar û îmhayê rawestand” a Rêber Apo kir. Sariyildiz diyar kir ku bi pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin re avakirina civaka demokratîk tê armanckirin û bilêv kir ku ev pêvajo wê bi destkeftiyên têkoşînê re tacîdar bibe.
Piştî axaftinê, pîrozbahî bi stranên hunermend Nûarîn, Hozan Kawa, Şervan, Mazlûm û Dîlara dewam kir. Di pîrozbahiyê de koma govendê derket ser dîkê û Kurdistaniyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî govendê gerandin.
Beşdarên ku bi posterên Rêber Apo coşekî mezin jiyankirin, Cejna Berxwedanê bi yekîtî û biryardariyê pîroz kirin. Pîrozbahî bi peyamên têkoşîn û yekîtiyê bi dawî bû.