Ji bo bîranîna şehîdên Parîsê bang hate kirin
CDK-F, TJK-F û Înisiyatîfa Malbatên Şehîdan a KOMAW’ê, ji bo beşdarbûna çalakiyên ku wê ji bo bîranîna şehîdên 23’yê Kanûnê û 9’ê Çileyê, li Parîsê bên lidarxistin bang kirin.
CDK-F, TJK-F û Înisiyatîfa Malbatên Şehîdan a KOMAW’ê, ji bo beşdarbûna çalakiyên ku wê ji bo bîranîna şehîdên 23’yê Kanûnê û 9’ê Çileyê, li Parîsê bên lidarxistin bang kirin.
Li Parîsa paytexta Fransayê, bi pêşengiya CDK-F, TJK-F û Înisiyatîfa Malbatên Şehîdan a KOMAW’ê, ji bo şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane çalakiyên bîranînê wê werin lidarxistin. Di banga saziyan de hate destnîşankirin ku xwedîderketina li mîrasa têkoşîna şehîdan berpirsiyariyeke dîrokî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji bo bîranîna zarokên hêja yên gelê xwe û ji bo mezinkirina xeta berxwedanê ya ku bi fedaîtiya wan hatiye hûnandin, tên cem hev. Xwasteka azadiyê û helwesta bîryarî ya şehîdan îro jî rêya me ronî dike.”
23’YÊ KANÛNÊ: DI ŞOPA BERXWEDANÊ DE BÎRANÎN
Di çarçoveya bernameya bîranînê de di 23’yê Kanûnê de wê du çalakiyên cuda werin lidarxistin.
Saet di 11.00’an de: Li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya, di şexsê şoreşger Nazîf Aktaş de ji bo hemû şehîdên azadiyê merasîmeke bîranînê dê were lidarxistin. Paşê wê gora Nazîf Aktaş ê ku di 23’yê Kanûna 1985’an de dema li dijî tundiya dewletê li ber xwe dida hatibû qetilkirin, were ziyaretkirin.
Saet di 19.00’an de: Ji bo Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bernameyeke berfireh a bîranînê dê were lidarxistin. Di bernameyê de wê bal bikişînin ser mîrasa dîrokî ya ku pêşengên têkoşîna azadiya jinê bi berxwedan û hunerê re kiriye yek.
Navnîşana bernameya bîranînê:
Espace Venise, 30 Route de Groslay, 95200 Sarcelles
9’Ê ÇILEYÊ: KOMKUJIYA PARÎSÊ NEHAT JIBÎRKIRIN
Çalakiyên meha Çileyê wê di 9’ê Çileyê de, di salvegera Komkujiya Parîsê de berdewam bikin.
Wê di katjimêr 12.00’an de: Li ber Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê, di şexsê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de hemû şoreşgerên jin ên hatine qetilkirin werin bîranîn. Di bîranînê de daxwaza eşkere kirina kujeran û pêkanîna dadweriyê wê careke din bi dengekî bilind were ziman.
10’Ê ÇILEYÊ: MEŞA NAVENDÎ
Di 10’ê Çileyê de jî bi daxwaza dad, azadî û aştiyê meşeke navendî wê were lidarxistin.
Demjimêr 10.00’an de: Meşa ku wê ji Gare du Nord dest pê bike, bang li gel û derdorên dostên gelê Kurd hate kirin ku tevlî refên têkoşînê bibin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Dîroka ku li ser vê axê bi xwîn, bawerî û berxwedanê hatî nivîsandin, didome. Têkoşîna pakrewanên me wê rêya me ronî bike.”