Amadekariyên bîranîna şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û her wiha Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ên ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatibûn qetilkirin, her ku diçe leztir dibe.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Villeneuve-Saint-Georges, Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), beriya bîranînê serdana esnaf, kafe û malbatan kirin û banga beşdariya merasîma 23’yê Kanûnê kirin.
Endamên TJK-F û CDK-F’ê diyar kirin ku divê hemû Kurdên li Parîsê dijîn bi malbatên xwe re di bîranînê de cih bigirin. Di heman rojê de, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê jî serdana malbatan kir û bang li wan kir ku beşdarî bîranînê bibin.
Di çarçoveya amadekariyan de, li herêmên Evry û Melunê jî xebatên agahdarkirina gel hatin meşandin. Serdana gelek mal, esnaf û mekanan hat kirin û banga beşdariyeke xurt ji bo bîranînan hate kirin.
Merasîma bîranînê ji bo şoreşgerên jin û hunermendên Kurd ên li Parîsê hatine qetilkirin, wê li vê navnîşanê were lidarxistin: Salon Espace Venise, 30 Route de Groslay, 95200 Sarcelles.