Li Leipzigê Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr hatin bîranîn
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) ê ku di 18’ê Gulana 2016’an de şehîd bûbû û Masîro Xabûr (Bedirhan Abo) ê ku di 27’ê Gulana 2020’an de şehîd bûbû, hatin bîranîn.
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) ê ku di 18’ê Gulana 2016’an de şehîd bûbû û Masîro Xabûr (Bedirhan Abo) ê ku di 27’ê Gulana 2020’an de şehîd bûbû, hatin bîranîn.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) a li bajarê Leipzig ê Almanyayê li hev civiyan, Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) ê ku di 18’ê Gulana 2016’an de di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbû û Masîro Xabûr (Bedirhan Abo) ê ku di 27’ê Gulana 2020’an de şehîd bûbû, bi bîr anîn.
Bîranîn piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi axaftinan berdewam kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Akyûz axivî û got: “Heta îro tu kesî nekariye Rêbertiya me bixapîne. Di dîroka Kurdistanê de û bi taybetî di sed salên dawî de fîlozof û rêberê wiha nehatiye. Divê em jî ji bo sivikkirina barê wî, li ramanên wî xwedî derkevin û ji bo pêkanîna wan hewl bidin ku em karibin bi ser bikevin.”
Li ser navê Komelaya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Selahattîn Mete jî axivî û wisa got: “Axaftina li ser şehîdan her tim zor e. Hevalên me yên şehîd di jiyana xwe de, di sekn û têkoşîna xwe de xwe ispat kirine, ji ber vê yekê em nikarin gelek gotinan bibêjin. Tişta ku ji me tê xwestin û em dikarin bikin ev e ku em çawa dikarin bibin bersiva xeyal, armanc û armancên wan. Di vê proseya ku em tê re derbas dibin de tu garantî nîn e; em çi qas birêxistin bibin û çi qas bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin, em ê hem xeyalên şehîdên xwe pêk bînin hem jî serketî bin. Tişta ku Rêbertiya me ji me re dibêje jî ev e.”