Nobeta Azadiyê: Berxwedan wê dewam bike
Welatparêzên ku ji Munsterê hatin, Nobeta Azadiyê ku 705 hefte ne li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin. Bahoz Sozdar diyar kir ku berxwedana wan wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.
Welatparêzên ku ji Munsterê hatin, Nobeta Azadiyê ku 705 hefte ne li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin. Bahoz Sozdar diyar kir ku berxwedana wan wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.
Nobeta Azadiyê ku ji Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê bêyî navber dewam dike, di hefteya xwe ya 705’an de ji aliyê sê welatparêzên ku ji bajarê Munster ê Elmanyayê hatin, hate dewrgirtin. Di nobetê de Bahoz Sozdar, Yunus Stêrk û Gelhat Aydin cih digirin.
Li ser navê komê Bahoz Sozdar axivî û diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatine Strasbourgê. Sozdar bi bîr xist ku çalakiya nobetê 14 sal in dewam dike û wiha got, “Baweriya me ya bi gelê me re û baweriya gelê me bi Rêber Apo re çiqas xurt be, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ewqas xurt bibe.”
Sozdar diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana wan a li pêş Konseya Ewropayê dewam bike.
Endamê komê Yunus Stêrk jî bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir û wiha got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vê tecrîdê bi hev re bişkînin.”