Êrîşên li Helebê li Winterthurê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Winterthur ê Swîsreyê li hev civiyan, êrîşên çeteyên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protestokirin.
Çalakvanên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê (DKTM-W) li stasyona trenê ya Winterthurê li hev civiyan, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştre li ser navê DKTM-W Zafer Goyî daxuyanî da.
Goyî diyar kir ku li pişt êrîşan dewleta Tirk heye û wiha got, “HTŞ û çeteyên wî yên çekdar careke din êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Di vê êrîşê de sivîl jiyana xwe ji dest dan. Xuyaye ku dewleta Tirk bi Kurdan re li Bakur û Rojavayê polîtîkayên cuda dimeşîne. Divê her kes bizanibe ku Kurdistan û gelê Kurd yek e.”
Daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê jî Rûken Amed xwend. Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hate gotin, “Em Kurd û dostên wan, êrîşên li ser Rojava şermezar dikin. Em li dijî her curê êrîşên li ser gelê me, destkeftiyên me û îradeya me ya jiyana hevpar in. Rojava ne tenê erdnîgariyek e; navê xwişk-biratiya gelan û jiyana demokratîk e.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armancgirtina sivîlan, bombebarankirina qadên nîştecîhbûnê û kuştina zarokan sûcên li dijî mirovahiyê ne û hat gotin ku hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Çalakvanan bang li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku tavile erkê xwe bikin û ev bang kirin, “Divê êrîş bên rawestandin, sivîl werin parastin û alîkariya mirovî li herêmê bê kirin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD” û “Es lebe Rojava” bi dawî bû.