Ji bo bîranîn, edalet û têkoşînê li Ûlmê civîn

Di salvegera komkujiyên Mereş, girtîgehan û Roboskiyê de li Ûlmê merasîm hate lidarxistin û daxwaza edaletê hate kirin.

LI ÛLMÊ CIVÎN

Ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê, pêkanînên dermirovî yên li girtîgehan û 34 sivîlên ku li Roboskiyê hatin qetilkirin, li bajarê Ûlm ê Elmanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi banga “Bîr, Edalet û Têkoşînê – Jibîrkirin Xiyanet e” 26’ê Kanûnê roja Îniyê hate lidarxistin. Di merasîmê de hate diyarkirin ku sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, wê neyên jibîrkirin.

Merasîm ji aliyê Navenda Çandê ya Tov ve hate organîzekirin. Ku ev navend di bin bunyeya Komeleya Piştevanî, Alîkarî û Çandê ya Gundên Başûrê Elmanyayê (GAKKYDD) e.V. û Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Elmanyayê (ATÎF) de xebat dimeşîne. Di merasîmê de hate destnîşankirin ku komkujî ne tenê êşên berê, birînên civakî yên ku hîna hesabê wan nehatiye pirsîn e.

Ahmet Deger vekirin û moderatoriya civînê kir. Deger daxuyaniya li ser navê GAKKYDD e.V. hatî amadekirin, bi beşdaran re parve kir. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin da ku bîra civakî zindî be, paşeroj neyê jibîrkirin û êşên heman dubare nebin.

Di merasîmê de li ser navê Komeleya Tov, Hasan Çelîk axivî û bal kişand ser pêkanînên kêfî yên li hemberî girtiyên nexweş û berxwedana li girtîgehan.

Azîz Tunç jî axivî û qala plana dîrokî û siyasî ya Komkujiya Mereşê kir.

Di axaftinan de hate ragihandin ku komkujiyên navborî, êrîşên sîstematîk in ku ji aliyê dewletê ve hatine organîzekirin.

Di beşa pirs-bersiv a merasîmê de, li ser pirsa beşdaran her du axaftvanan jî bal kişand ser nîqaşên ‘pêvajoya aştiyê’. Axatvanan destnîşan kirin ku heta ku edalet û rûbirûbûn çênebe, aştiya mayînde pêk nayê.

Piştî beşa pirs-bersiv, lêkolîner Azîz Tunç bi beşdaran re sohbet kir û pirtûkên xwe îmze kirin.

Di dawiya civînê de banga hevpar hate kirin: “Di sûcên li dijî mirovahiyê de, dem derbasbûn nabe. Mezinkirina bîr, daxwaza edaletê û berfirehkirina zemînên têkoşînê, berpirsyariya îro ye.”