BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn: Eşkerenekirina komkujiyan bi rola Ewropayê re têkildar e

Şehîdên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel destnîşan kir ku neronîkirina komkujiyan girêdayî rola Ewropayê ye û wiha got, “Em edalet, jiyan û jiyankirinê dixwazin.”

Ji bo yek ji nûnerên Tevgera Jinan a Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Salona Venise ya Sarcellesê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên ku di sala 2013’an de li heman bajarê hatin qetilkirin, jî hatin bibîranîn.

Malbatên şehîdan û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê malbata Evîn Goyî Îbrahîm Bîlen di çalakiyê de axivî û wiha got, “Em ê heta eşkerebûna komkujiyan têbikoşin. Em dixwazin dewleta Fransayê van komkujiyan eşkere bike. Ne eşkerekirina van komkujiyan ji bo dewleta Fransayê şerm e.”

Bîlen bal kişand ser têkoşîna azadiya Kurdan û wiha got, “Di vê demê de mezinkirina têkoşîna neteweyî pir girîng e.”

SEBAHAT TUNCEL: EM DIXWAZIN JIYAN BIKIN Û BIDIN JIYANKIRIN

Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî wiha got, “Di hîn deman de axaftin zehmet e. Lê tişta ku dikeve ser me ew e ku em di vê demê zehmet de têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê mezin bikin û hêviya gelên xwe zindî bihêlin. Em 6 şehîdên ku li Parîsê hatin qetilkirin û jinên ku li Silopyayê hatin qetilkirin, bi bîr tînin. Em hemû şehîdên demokrasî û aştiyê bi bîr tînin. Em tenê edaletê dixwazin. Em êdî dixwazin jiyan bikin û bidin jiyankirin. Me di navenda Ewropayê de du komkujî jiyan kir. Yek ji wan di sala 2013’an de pêk hat, di dema pêvajoya çareseriyê de komkujî hat kirin. Birêz Ocalan ji vê komkujiyê re got, ‘Komkujiya 2’emîn a Dersimê.’ Ev komkujî nehat ronîkirin, hêzên li pişt komkujiyê nehatin eşkerekirin, rûbirûyê komkujiyê nehatin û piştre komkujiya 2’emîn pêk hat. Di vê komkujiyê de jî jin hat hedefgirtin. Hedefgirtina jinan ne nû ye; bi qetilkirina jinên ku li dijî tundiya dewleta mêr û faşîzmê li ber xwe didin, destpê kir. Li Parîsê ne ronîkirina van komkujiyan û neçareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane, rasterast bi rola Ewropayê re têkildar e. Kengê Kurd aştî û demokrasiyê dixwazin, hinek hêz dikevin dewrê. Yek ji sedema ku ev komkujî nayên eşkerekirin ev e. Heta ku ev komkujî neyên ronîkirin, nabe ku qala pêvajoyeke aştî û demokrasiyê ya rast were kirin. Eşkerekirina van komkujiyan deynê hikûmeta Fransa û Ewropayê ya ji bo Kurdan e. Kurd ne ji ber daxwaza xwe, ji ber şer hatin Ewropayê. Birêz Ocalan bang li gelê Kurd dike. Birêz Ocalan dawî li têkoşîna çekdarî ya 52 salan anî, lê dawî li têkoşînê neanî. Em ê têkoşîna siyaseta demokratîk bimeşînin. Di manîfestoyê de vê yekê dibêje. Soza jiyaneke nû dide; ne tenê ji bo Kurdistan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Em li dijî modernîteya kapîtalîst, pergaleke alternatîf ava dikin. Kes nikare bisekine, li hemberî me siyaseta înkar û îmhayê ya sed salî heye. Ji bo vê têkoşîn û berxwedaneke xurt pêwîst dike; em dikarin wiha soz bidin şehîdên xwe.”

Gelek sazî û komên dostê Kurdan jî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn piştî axaftinan, bi pêşandana muzîk û sînevîzyonê bi dawî bû.