Taylan Kahraman li Dusseldorfê hate bîranîn
Taylan Kahraman ku di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de bedena xwe da ber agir û şehîd bû, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de hate bîranîn.
Taylan Kahraman ku di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de bedena xwe da ber agir û şehîd bû, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de hate bîranîn.
Taylan Kahraman ku 21'ê Kanûna 1998'an bedena xwe li dijî komploya navneteweyî da ber agir û şehîd bû, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate bîranîn.
Bîranîn li cihê ku Kahraman çalakî lidar xist, pêk hat. Cihê çalakiyê bi kulîlkan û wêneyan hate xemilandin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê bi navê Tevgera Çand û Hunerê Hozan Şemdîn axivî, atmosfera komployê bi bîr xist û anî ziman ku Taylan Kahraman yek ji dehan çalakgerên fedaî yê wê demê bû.
Di bîranînê de dayika Taylan Kahraman Şenge Kahraman jî axivî.
Şenga Kahraman kurê xwe yê ku çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Soza ku em ê bidin wan ew e ku li ser şopa wan bimeşin û armancên wan pêk bînin."
Şenge Kahraman nameyek ku li ser kurê xwe nivîsandibû xwend û di dawiya bîranînê de parî belav kir.