BI DÎMEN

Li Mannheimê komkujiyên Mereş, Girtîgehan û Roboskiyê hatin bibîranîn

Bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Manheimê, şehîdên komkujiyên Mereş, Girtîgehan û Roboskiyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de li dijî polîtîkayên dewletê banga têkoşîna birêxistinkirî hat kirin.

Li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê, Komkujiya Girtîgehan û Komkujiya Roboskiyê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi banga Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Federasyona Komaleyên Demokratîk a Mereş (MARDEF) pêk hat.

Ji Mannheim û derdora wê gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn li gorî kevneşopiya Elewitiyê bi şewitandina çeraxê destpê kir û ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, deqîqeyek rêz hate girtin. Pêşkêşiya bernameyê ji aliyê Eser Ballikaya ve hate kirin. Siyasetmedar û rojnamevan Şukru Yildiz wekî axaftvan tevlî bûn û li ser Komkujiya Mereşê û rola dewletê nirxandinan kirin.

Yildiz diyar kir ku hedefa sereke ya Komkujiya Mereşê ku di 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat, Kurd, Elewî û aliyên çep-sosyalîst bû. Yildiz bilêv kir ku Komkujiya Roboskiyê ku di sala 2011’an de pêk hat û operasyonên “Vegera li jiyanê” ku di sala 2000’an de pêk hat jî li dijî Kurd û aliyên çep-sosyalîst bû. Yildiz îşaret pê kir ku ev komkujî hemû di meha Kanûnê de pêk hatine.

Di çalakiyê de berxwedêrê rojiya mirinê û greva birçîbûnê ya di 1996’an de Enver Enlî şahidîbûnên xwe parve kir. Enver bal kişand ser kevneşopiya dewletê ya qirkirin, komkujî û zilman ên di tevahiya dîrokê de û destnîşan kir ku pergala desthilatdar her tim “başê xirabiyê” li ser gel ferz dike û divê eniyeke gel were avakirin. Enlî, di serî de Qirkirina Ermeniyan banga rûbirûbûna hemû qirkirinan kir.

Çalakî piştî axaftinan bi beşa pirs-bersiv dewam kir.