BI DÎMEN

Li Lozanê şehîd hatin bibîranîn

Şehîdên Azadiya Kurdistanê û şehîdên komkujiyên Parîs û Roboskiyê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama, “Divê bi mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî xwedî li şehîdên xwe derkevin” hat dayîn.

Ji bo Rohat Erûh (Ahmet Nas), Şahîn Cîlo (Mazlum Alas), Afat Colemêrg (Eşref Demîr), Afat Colemêrg (Hozan Demîr), Berfîn Nûrhaq (Hanim Xanê Demîr), Sema Roza (Încî Sumbul), Adil Bilikî (Lokman Urun), Bahoz Zerdeşt Serhed (Avnî Atsak) ên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne û şehîdên ku li Roboskî û Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) hate lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Îbrahîm Yuksel axivî û bal kişand ser rola şehîdan a di têkoşînê de. Yuksel wiha got, “Şehîdên me meşaleyên pêşengtiyê yên têkoşîna me ne. Em di nava hêrsekî mezin de ne, lê serê me bilind e. Em bi şehadeta wan serbilind in. Berdêla azadiyê giran qonaxa heyî ya îro encama berdêlên hatine dayîn e.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî Hatîce Kandal axivî û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got, “Hema hema şehîdê her malbatekî Kurd heye. Ji ber vê yekê xwedîderketina li bîranîna şehîdan, berpirsyariya me ya li hemberî dîrok û gelê me ye.”

Mehmet Salîh Alas ê ku li ser navê malbata şehîdan axivî, destnîşan kir ku şehîd ne tenê şehîdê malbatekî, şehîdê gelê Kurd in û wiha got, “Em ê li ser rêya wan bimeşin.”

Herî dawî Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Musa Îtah mafê axaftinê girt. Îtah bi bîr xist ku di dîroka 52 salî ya Têkoşîna Azadiya Kurd de nêzî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku di Komkujiya Roboskiyê de 19 jê zarok 34 sivîl hatine qetilkirin û tevî salên ser derbasbûne jî kiryar nehatine dîtin û edalet nehatiye pêkanîn.

Îtah diyar kir ku komkujî tenê bi Roboskiyê re sînordar nemaye û wiha got, “Ev êşên ku ji Parîsê heta Zîlan, ji Dersimê heta Mereş dirêj dibe, hîna di bîra me de ne. Îro gelê Kurd li Rojava dîsa di bin gefê de ye. Divê bi mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.