Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ragihand ku dorpêça çekdarî ya giran a ku ji hêla hêzên girêdayî HTŞ'ê ve li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê hatiye ferzkirin veguheriye şerekî vekirî. Daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku tevî hemû hewldanên diyalog û çareseriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Giştî ya Helebê jî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî gelê Helebê şer îlan kiriye.
Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hatin parvekirin:
“Dorpêça çekdarî ya giran ku di demên dawî de ji hêla hêzên girêdayî HTŞ’ê ve li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê hatiye ferzkirin, veguheriye şerekî vekirî. Tevî hemû hewldanên diyalog û çareseriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Giştî ya Helebê jî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî gelê Helebê şer îlan kiriye. Hêzên li pişt vê biryarê bi eşkereyî niyeta wan heye ku komkujiyên nû pêk bînin. Ne tesaduf e ku ev êrîş di cih de piştî civînek di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û QSD û rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatin destpêkirin. Bi vî rengî hewl didin ku pêşî li pêkanîna Peymana 10’ê Adarê û çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê bigirin.
Hem rayedarên dewleta Tirk, hem rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û hem jî hêzên çekdar ên girêdayî wan li pey pêkanîna polîtîkayên qirkirinê ne. Ji bo rê li ber statuya Kurdan a li Sûriyeyanû de bigirin gefê li pêşeroja welat û herêmê dixwin. Di vê wateyê de ji bo rê li ber çareseriya demokratîk û aramiyê bigirin şer, krîz û kaosê kûrtir dike.
Komkujiya ku berê li dijî Durzî û Elewiyan hatibû kirin, niha dixwazin li Helebê dubare bikin. Bi vî rengî hewl didin ku destkeftiyên Şoreşa Jinên Rojava ku îlham daye tevahiya cîhanê, ji holê rakin.
Wekî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), em êrîşên li ser Helebê û polîtîkayên qirkirin û bindestiyê yên li ser gelê me hatine ferzkirin şermezar û bi tevahî red dikin. Em diyar dikin ku em ê heta dawiyê destkeftiyên gelên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ û çeteyên din berxwedana mirovî dane biparêzin. Em bang li gelê xwe, dostên xwe, civakên demokratîk û rêxistinên jinan û bi taybetî jinên Kurd ên li Ewropayê dikin ku li hember van hesabên şerê qirêj bêdeng nemînin û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Helebê derkevin kolanan. Em bang li sazî û hêzên navneteweyî û bi taybetî dewletên Yekîtiya Ewropayê dikin ku li hember êrîşên dawî yên ku Sûriyeyê bêîstîqrar dikin, helwestê bigirin.”