Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî û PYD’ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr li hev civiyan, bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên Ewropayê kirin ku li hemberî êrîşan berpirsyarî bigirin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê”, “Bijî berxwedana Eşrefiyê” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Ronahî hate dayîn de, hate bibîrxistin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi salan in li rûbirûyê dorpêç û êrîşan e û wiha hate gotin, “Tevî hemû êrîşan jî jiyana demokratîk, azad û bi hev re diparêzin. Ev êrîş rasterast sivîlan hedef digirin û hiqûqa navneteweyî binpê dikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de Tirkiye hêzên dagirker ên li herêmê tasfiyekirina destkeftiyên li Rojava hedef dikin û wiha hate gotin, “Her êrîşa li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî Şoreşa Rojava ye. Bêdengiya li hemberî êrîşan şirîkatiya sûc e.”
Nûnerê PYD’ê yê Hannoverê jî diyar kir ku gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan wê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û wiha got, “Em îro ji Hannoverê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin deng. Nikarin îradeta gelê me radest bigrin. Berxwedana li Rojava, têkoşîna jiyana bi rûmet ya hemû gelan e.”
Piştre peyamên piştevaniyê ya beşdaran û saziyên navneteweyî hatin dayîn. Di dawiya çalakiyê de bang li Elmanyayê hate kirin ku berspirsyariyê bigre.