Li Brukselê çalakiya ji bo piştgiriya bi gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
Ji bo piştgiriya bi gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi rojan e li dijî krîza aborî û siyasî ya li Îranê li ser piyan e, çalakiyek li Brukselê hate lidarxistin.
Ji bo piştgiriya bi gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi rojan e li dijî krîza aborî û siyasî ya li Îranê li ser piyan e, çalakiyek li Brukselê hate lidarxistin.
Bi mebesta piştgirîdayîna serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ev çend roj in destpê kiriye û di encamê de ji ber êrişên hêzên desthilatdariya Îranê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, li ser banga komîteya PJAK-KJAR li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de ku saet di 17:30'an de li pêşiya stasyona navendî ya Brukselêpêk hat, bi sedan Kurd û alîgirên demokrasiyê beşdar bûn û bê navber dirûşmeyên 'Hilweşe komara xwînxwar', 'Rojhilat bi tenê nîne', Berxwedan heta serketinê' hatin qîrîn.
Di çalakiya piştgîriyê de gelek axaftin hatin kirin ku hin xalên sereke ev bûn: "Ev komar zêdtirî 40 sal e ku bi her awayî bi siyaseta tepisandin, zordarî, tirs û îdamê zordariya xwe ya li ser gel dewam dike. Îran ku heya bi roja îro her tim şer li derveyî xwe dihêla, lê niha bixwe ketiye nava tirs û fikaran. Di serdema îro de ne pêkane ku Îran bikaribe bi heman şêwazî xwe bidomîne. Ev deng dengê azadîxwazî û pêkanîna daxwazên gel e. Li Îranê bi sedan kêm netewe, bi dehan baweriyên cûda û gelek zaraveyên kevnar hene, lê mixabin ji ber wan molayên kujer ku her roj biryara darvekirin û qetilkirina gel didin, ne rengê wan gelan, ne baweriyên kevnar ne jî tu rengeke cihê ya gel dernakeve pêş. Cîhana derve jî ku qaşo qîma xwe bi kurê Şahê hilweşiyayî tînin, hîna jî di bin xeyalên: ew ê dîsa vegerin, taca şahîtî bidin ser xwe û gel jî bibin koleyê wan. Tu ferqa xwe jî wan molayên ku îro li Îranê di bin navê dîn de gel qetil dikin, nîne. Ji xwe fetwayên ku îro ji bo têkbirina serhildanên gel têne dayîn, ji fetwayên Xumeynî ya li dijî gelê Kurd cuda nîne. Lazime gel pir hişyar be, xwe ji bo her cure pêşketinan re amade bike."
Her wiha hate gotin: "Bi taybetî hêz û partiyên Kurd yên ji Rojhilatê Kurdistanê lazim e demildest werin gel hev, bibin xwedî biryarên hevbeş. Dem dema yekitiya Kurdan û dem dema yekitiya gelan e."
Di dewana çalakiyê de peyamên li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK û KJAR'ê jî hatin xwendin ku bi kurtasî naveroka xwe wiha ye:
"Bi navê 'Jin, Jiyan, Azadî' em Komara Îslamî ya Îranê û her cure pergal û hişmendiyên desthilatdar ên ku li ser tundûtûjî, tirs û binpêkirina mafên mirovan hatine avakirin, bi tundî şermezar dikin.
Ev şermezarkirin bi navê gelê Kurd û hemû gelên Îranê ye, yên ku ji roja hatina ser desthilatê ya vê rejîmê ve di bin zext û zora vê desthilatdariyê de dijîn.
Komara Îslamî ya Îranê di nav çend deh salên bihurî de, welatekî pirgel û pirkultûr veguherandiye dewleteke ewlehî-leşkerî ku tê de jiyan, azadî û rûmeta mirovan tu rûmetek wan nîne. Pergalek ku bingeha xwe li ser sêdarê, zindanê, êşkenceyê, kuştina sivîlan û çewisandina her cure nerazîbûnên civakê ava kiriye, nikare xwe wekî hikûmeta hiqûq û edaletê pênase bike.
Li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha li herêmên din ên Îranê mîna Ehwaz, Sîstan û Belûçistan, Azerbaycan û herêmên navendî, mirovên sivîl bi awayekî nemirovane dibin qurbaniyên êrîşên hêzên ewlehiyê. Kuştina xwepêşanderan, terorkirina çalakgeran, zindankirina ciwanan û binpêkirina azadiyên bingehîn, beşek ji siyaseta fermî ya vê dewletê ye.
PJAK bi zelalî radigihîne ku pirsgirêka Îranê pirsgirêkek bingehîn e: pirsgirêka nebûna rewayiya îdeolojîk, strukturî û siyasî ye. Ev pergal nikare azadî, demokrasî, mafê jiyan û biryara çarenûsî û mafên gelan qebûl bike û hewl bide çareseriyeke demokratîk pêş bixe; heta ku ev pergal neyê guhertin, krîz, nerazîbûn û têkçûna civakî dê berdewam bike.
Em wekî Komîteya PJAK-Belçîka daxwaz dikin:
Dawîanîna li siyaseta kuştin, sêdarê û tundûtûjiya li dijî gelê sivîl li seranserê Îranê.
Azadkirina bêşert a hemû girtiyên siyasî û rawestandina dadgehên neadil.
Naskirina mafên neteweyî, siyasî, aborî, zimanî û çandî yên hemû gelên Îranê.
Serîdanîna desthilatdaran li ber vîna gelan û vekirina rêya diyalog û çareseriya siyasî li ser bingeha demokrasî û edaleta civakî.
Em bawer dikin ku Îran tenê wê demê dikare ji krîzan derkeve ku pergala çewisandinê hilweşe û desthilatek were avakirin ku hurmetê nîşanî rûmeta mirovan, wekheviya gelan û vîna civakê bide. Berdewamiya bêhiqûqiyê, wê bibe sedema berdewamiya berxwedan û nerazîbûna giştî.
PJAK xwe bi parastina maf û azadiyên gelê Kurd û hemû gelên Îranê ve girêdayî dibîne û wê li dijî her cure desthilatdariya dijmirovahiyê di şermezarkirinê de berdewam be."
Di çalakiyê de gelek wêneyên girtiyên siyasî, kesên jiyana xwe ji dest dane, gelek pankart û dirûşemyên ku peyamên piştgîriya serhildanan dikirin hatibûn rakirin û her wiha gelek alayên PJAK-KJAR jî hatibûn hilanîn.
Çalakiya ku nêzî seetek ajot bi dirûşmeyan bi dawî bû.