ADGB’ê: Gelê Rojava ne bi tenê ye!

Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropa (ADGB), li dijî êrîşên li ser taxên Kurd û Suryaniyan ên li Helebê nerazîbûn nîşan da û got, “Gelê Rojava ne bi tenê ye.”

ADGB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdan û her wiha Benî Zêd a ku piraniya Suryaniyan lê dijîn, wekî sûcek giran ê li dijî mirovahiyê ku sivîlan hedef digire bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên ku bi tank, top, obus û dron û bi tevlîbûna komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekirin pêk tên, avahiya pir-etnîkî û pir-olî ya Sûriyeyê hedef digire.

ADGB’ê, destnîşan kir ku hilweşandina fiîlî ya Peymana 10’ê Adarê û rêziknameyên ewlehiyê yên 1’ê Nîsanê jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan xistiye xetereyê û ji bo yekparebûna welêt xetereyên cidî çêkiriye.

Hate diyarkirin ku ev êrîş, dema ku li gel hewldanên berê yên li dijî civakên Durzî û Elewî werin destgirtin, hewldanek ji bo ferzkirina bi zorê ya rejîmek yekreng û navendî nîşan didin. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Sûriye welatê hevpar ê hemû gelên wê ye û çareserî ne di rêbazên leşkerî de, di pêvajoyek demokratîk a li ser bingeha temsîliyeta wekhev de ye.

ADGB’ê piştgiriya xwe ji bo banga hevgirtinê ya PYD’ê li Ewropayê ragihand û daxwaza rawestandina demildest a êrîşên li ser sivîlên li Helebê kir.

ADGB’ê, ji gelên li Ewropayê û derdorên demokratîk xwest ku zextê li ser hikûmetan û YE’yê zêde bikin û hevgirtinê bi gelê Rojava re xurt bikin.