Ji TEV-ÇAND'ê banga ji bo meşa 'Edalet ji bo Heqîqetê' ya 10'ê Çileyê
TEV-ÇAND Ewropayê ji bo meş û mîtînga 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir ku wê ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê yên salên 2013 û 2022'an bê lidarxistin.
TEV-ÇAND Ewropayê ji bo meş û mîtînga 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir ku wê ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê yên salên 2013 û 2022'an bê lidarxistin.
TEV-ÇAND Ewropayê di salvegera 13'emîn a komkujiyên Parîsê de daxuyanî da û diyar kir ku eşkerekirina heqîqetê wezîfeyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye.
Di bangawaziyê de hate gotin, "Ji jinên pêşeng ên ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi rol rabûn Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil bi destê sîstema qirker a faşîst bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Ev komkujiyên li Parîsê hatin kirin rasthatin û ji rêzê nîne. Encam û dewama polîtîkaya înkar û îmhakirina îradeya azadiyê û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd e ku sed sal in tê meşandin. Ji ber vê yekê li gel 13 salên di ser re derbas bûne jî li gel ku berpirsyarên komkujiyê têne zanîn dewleta Fransayê heqîqetê ronî nake û dibe şirîkê sûc.
Ji ber ku Fransayê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an eşkere nekir, di 23'ê Kanûna 2022'an de komkujiya duyemîn a Parîsê hate kirin. 13 sal in ji bo dîtina berpirsyaran û darizandina wan gelê me yê li Ewropayê bi hemû dînamîkên xwe ji bo ronîkirina komkujiyê têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji ber ku ev têkoşîn li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd e. Li hemberî van polîtîkayên qirkirina civakê ku 100 sal in li gelê me tê ferzkirin, bi têkoşîna azadiyê ya 52 salan bersiv hate dayin; dawiya dawî polîtîkaya înkar û îmhayê ya li hemberî gelê Kurd hate pûçkirin û hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û manîfestoya wî re têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku hebûna xwe hate ispatkirin, bi pêşengiya Rêber Apo hîn mezin bûye û dewam dike.
Bi vê têgihiştinê di salvegera 13'emîn a Komkujiya Parîsê de wezîfeyeke wijdanî, exlaqî û mirovî ye têkoşîna azadiyê bi heman biryardariyê bê meşandin û heqîqet bê eşkerekirin.
Çalakiyên ku li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bi dirûşma 'Edalet ji bo Heqîqetê' di 23'ê Kanûnê de destpê kirin wê fînala xwe di 10'ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê pêk bînin.
Bi navê TEV-ÇAND'ê em bang li rewşenbîr û hunermendên xwe yên li Fransayê, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên li Ewropayê, Kurdistaniyan, dostan û hemû derdorên demokratîk dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiya 10'ê Çileyê bibin."