Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd Eşrefiyê yên li Helebê ya Sûriyeyê daxuyanî dan. Her du rêxistinan diyar kirin ku êrîş ne pevçûnek leşkerî ne, lê sûcek giran a li dijî mirovahiyê ne ku sivîlan hedef digire.
CÎK’ê di daxuyaniyanivîskî de diyar kir ku HTŞ û komên girêdayî dewleta Tirk taxên Kurdan dorpêç kirine û deverên sivîlan bêserûber bombebaran kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li taxên ku nêzîkî 600,000 kes lê dijîn bi dehan kes birîndar bûne û hin jî jiyana xwe ji dest dane û got “Gelê Kurd ên li Helebê bi gefeke cidî ya qirkirinê re rê bi rû ne.”
Daxuyaniyê bi bal kişand ser komkujiyên van koman ên li ser civakên Elewî û Durzî û wiha berdewam kir, "Îro, heman zîhniyet êrîşî taxên Kurdan dike. Her çiqasî navên wan biguherin jî, ev kom berdewamiya zîhniyeta DAÎŞ’ê ne. Hedefgirtina sivîlên bêguneh di tu ol, exlaq û hiqûqê de nayê rewakirin."
CÎK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û dewletên herêmî kir ku bi lez û bez berpirsiyariya parastina sivîlên Kurd li Helebê bigirin ser xwe. Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê bi gelê Kurd re hat kirin û wiha bi dawî bû: "Heleb wijdanê hevpar û berpirsiyariya hevpar a Kurdan e. Werin em cihên ku lê dijîn veguherînin qada hevgirtinê ya bi Helebê re."
PÎK: PARASTINA ROJAVA ERKEK NETEWEYÎ YE
PÊK’ê di daxuyaniya bi sernavê "Parastina Rojava erkek neteweyî ye" weşand de diyar kir ku di du rojên dawî de, taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji aliyê artêşa Sûriyeyê û hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin ve bi çekên giran hedef tê girtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê, zêdetirî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya PÎK’ê de hat bibîrxistin ku gelê Kurd û hêzên parastinê di demên berê de ne tenê Rojava, di heman demê de gelên cûda yên li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ û van koman parastine û hat destnîşankirin ku armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên ku Kurdan li Rojava bi dest xistine ji holê rake. PÎK’ê bang li gelê Kurd kir û got, “Em li ku derê dibin bila bibin parastina QSD û destkeftiyên Rojava ji bo me erkek dîrokî ye.”
Her du rêxistinan bang li DYE, welatên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî HTŞ û komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin helwesteke zelal bigirin û ji bo parastina sivîlên Kurd ên li Helebê bi lez mudaxele bikin.