Ji CÎK'ê banga ji bo meşa li Parîsê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropayê û dostên wan kirin ku beşdarî meşa li Parîsê bibin ku wê 10'ê Çileyê bê lidarxistin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropayê û dostên wan kirin ku beşdarî meşa li Parîsê bibin ku wê 10'ê Çileyê bê lidarxistin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî meş û mîtînga ji ber salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûnê li gelê Kurd ê li Ewropayê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de bi sûîqesteke siyasî ya plankirî hatin qetilkirin. Ev komkujî sûcekî giran e ku aliyên xwe yên navneteweyî heye û li navenda Ewropayê hate kirin.
Ji ber ku ev sûc nehate ronîkirin piştî 9 salan careke din li Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Ev bêcezahiştin nîşan dide ku zemîna sûcên nû li dijî gelê Kurd amade dike û radixe pêş çavan bê edalet çiqasî girîng e. Eşkerenekirina kiryaran berpirsyariya dewleta Fransayê û hemû dewletên pêwendîdar û saziyên navneteweyî hîn mezin dike. Ev kuştinên li Ewropayê nabe ku bêne nixumandin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê gavên dîrokî diavêje û hate gotin, "Ji bo ev pêvajo bigihêje çaerseriyeke mayinde û civakî divê rûbirûbûn bi komkujiyan re bibe. Heta ku heqîqet û edalet pêk neyê, aştiyeke mayinde ava nabe. Ji ber vê yekê divê dewleta Fransayê berpirsyarên komkujiyên Parîsê eşkere bike, hêzên li pişt kiryaran jî radxe pêş çavan. Dewleta Tirk jî divê hesabê sûîqestên siyasî û komkujiyên berê bide. Heta ku bêcezahiştin dewam bike, pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk wê kêm bimîne. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê dikin ku ji bo hesabpirsîna ji komkujiyan û bilindkirina daxwaza edalet û heqîqetê di 10'ê Çileyê de li Parîsê beşdarî meşê bibin."