Meşa li Viyanayê: Rojava rûmeta me ye
Li paytext Viyaneyê Kurdistanî û dostên, êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bi meş û mitîngê protesto kirin.
Li paytext Viyaneyê Kurdistanî û dostên, êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bi meş û mitîngê protesto kirin.
Li bajarê Viyana yê Awusturalyayê, Kurdistanî û dostên wan bi organîzasyona DEM Kurdê dakevin qadan û êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê protesto kirin. Meş li Westbahnhofê destpê kir û li MuseumQuartierê bi dawî bû.
Mitîng, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyaniya li ser navê KCDK-E’yê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bi armanca îmhayê ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Rojava şert û mercên ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ferz dike, qebûl nake û bi berxwedaneke bibiryar li ber êrîşan radibe. Hêzên demokratîk û dostên Kurdan ên li Ewropayê, banga tevlîbûnê li çalakiyên ku wê bi pêşengiya PYD’ê bên lidarxistin, kirin.
Meşvanan di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin.