TJK-F û CDK-F’ê ji bo 10’ê Çileyê li Parîsê banga ‘Bibe dengê Rojavayê’ kir

TJK-F û CDK-F'ê bang kir: "Li dijî komkujiyên li Parîs û Rojava, 10'ê Çileyê li Parîsê helwesta xwe nîşan bidin."

TJK-F û CDK-F’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku meşa 10’ê Çileyê; “ji bo hesabpirsîna komkujiyên Kurdan ên li Parîsê”, “ji bo rawestandina tavilê ya êrîş û hewildanên komkujiyê yên li ser sivîlên li Rojava” û “ji bo bilindkirina daxwaza dadwerî û azadiyê” tê lidarxistin.

Daxuyanî wisa ye:

“Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez beriya 13 salan bi sûîqesteke plankirî û siyasî hatin qetilkirin. Ev komkujî ne tenê li dijî sê jinên pêşeng ên Kurd bû; êrîşeke navneteweyî bû ku têkoşîna azadiya jinên Kurd û têkoşîna azadî û aştiyê ya gelê Kurd dikir hedef.

Tevî ku bi ser de sal derbas bûne jî, kujerên rastîn ên li pişt vê komkujiyê nehatine eşkere kirin, edalet pêknehatiye û dosya bi zanebûn bi polîtîkaya bêcezahiştinê hatiye nixumandin.

Di 23’yê Kanûna 2022’an de dîsa li Parîsê komkujiyeke din a ku gelê Kurd dikir hedef qewimî. Di encama êrîşeke plankirî de sê hevalên me yên din hatin qetilkirin. Vê komkujiyê jî nîşan da ku polîtîkaya bêcezahiştinê ya li dijî Kurdan li navenda Ewropayê bi rengekî sîstematîk berdewam dike; dewleta Fransayê û saziyên Ewropayê berpirsyariyên xwe yên di derbarê ronîkirina van êrîşan de bi cih nayînin.

Îro jî ev zincîra komkujiyan a li dijî gelê Kurd li Rojava bi rengekî hîn girantir û sîstematîk didome. Di rojên dawî de li Rojava, ji aliyê çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê û komên çekdar ên ku dewleta Komara Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, êrîşên berfireh û hewildanên nû yên komkujiyê li dijî gelê sivîl pêk tên. Jin, zarok û sivîl rasterast tên hedefgirtin; gel tê koçberkirin; îradeya gelê Kurd, destkeftiyên xwerêveberiyê û modela jiyana azad tê xwestin ku were tunekirin.

Ev êrîş bi eşkereyî nîşan didin ku zîhniyeta DAÎŞ’ê tenê nav guhertiye û bi destê hêzên cuda hîn jî li qadê ye. Em wek her sal, bi meşa girseyî ya ku em ê di 10’ê Rêbendanê de li Parîsê li dar bixin, careke din komkujiyên Kurdan ên li Parîsê şermezar dikin û daxwaza xwe ya edaletê bilind dikin. Îsal di heman demê de em êrîş û hewildanên komkujiyê yên li Rojava bi tundî teşhir dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratîk dikin ku bikevin tevgerê.

Ev meş wê;

  • Ji bo hesab pirsîna komkujiyên Kurdan ên li Parîsê,
  • Ji bo rawestandina tavilê ya êrîş û hewildanên komkujiyê yên li ser sivîlên li Rojava,
  • Li dijî polîtîkayên tundiya sîstematîk û bêcezahiştinê yên li ser gelê Kurd,
  • Ji bo qêrîna daxwaza me ya aştî, azadî û daweriyê were lidarxistin.

Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên jinan û her kesê xwedî wijdan dikin ku di 10’ê Çileyê de li Parîsê werin cem hev û li dijî van komkujiyên ku li Rojava û li her derê berdewam dikin, bibin deng.

Em careke din radigihînin ku em ê li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin.”