BI DÎMEN

Kurd û dostên wan li Lîmasolê êrîşên li ser Helebê şermezar kirin

Kurd û dostên wan ku li bajarê Lîmasol ê Qibrisê li hev civiyan, êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana Rojhilatê Kurdistanê.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi çalakiyeke polîtîkayên Sûriye yên dewleta Tirk hate teşhîrkirin û hate destnîşankriin ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne. Çalakvanan diyarkirin ku êrîşên heyî destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin.

Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li herêmê hate kirin û hate bilêvkirin ku êrîş rasterast îradeta gelê Kurd hedef digrin. Terbus got ku divê gelê Kurd û dostên wan xwedî li berxwedana li Rojava û Rojhilat derkevin.

Terbuş got, “Gelê Kurd li çar parçeyan berxwedana xwe didomîne. Têkoşîna ku li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr tê kirin, têkoşîna azadiyê ya hevpar e.”

Çalakvanan di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî berxwedana Rojhilat” hatin berzkirin.

Her wiha bang li raya giştî ya navnetweyî hate kirn ku li hemberî êrîşan bêdeng nemîne. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.