BI DÎMEN

Êrîşên li ser Helebê li Hollandayê hatin protestokirin

Êrîşên li ser taxên Kurd û Suryanan ên li Helebê, li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê hate protestokirin.

Êrîşên ku sê roj in li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiye û taxa Sûryanan Benî Zeydê yên Helebê dewam dikin, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin protestokirin.

Bi sedan kesên ji çar parçeyên Kurdistanê, li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê êrîşan şermezarkirin.

Beşdarên çalakiyê, bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku êrîş tavile werin rawestandin û xwestin komên cîhadîst werin cezakirin. Di tevahiya protestoyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd, bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Her wiha bal kişandin ser protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojhelat”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Di axaftinên Kongra Star, Dayikên Aştiyê û Meclîsa Gel a Den Haagê de bang hate kirin ku li dijî êrîşên li Helebê gelê Kurd û gelên li çar parçeyên Kurdistanê helwestekî hevpar bigirin.

Çalakî bi dirûşme û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.