Li Parîs, Marsîlya û Montpellier ên Fransayê bi pêşengiya sazî û rêxistinên ciwanan ên Kurd êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin.
PARÎS
Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Meclisa Gelê Kurd û Komîna Ciwanan a Şehîd Derwêş Kop li dijî êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku HTŞ û Tirkiye destkeftiyên Kurdan ên li Rojava hedef digirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê Komîna Ciwanan a Şehîd Derwêş Kop hat dayîn de hat gotin ku gelê Kurd bi salan e rastî polîtîkayên înkarê tê, lê ev înkar bi têkoşîna azadiya Kurd ji holê hatiye rakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî têkoşîna li Rojava û Kobanê tê dayîn hebûna gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re daye qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî ku Rêveberiya Xweser li Peymana 10’ê Adarê tevdigere hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bêyî cudahî têxe navbera jin, zarok û extiyaran de êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin û wiha hat gotin "Li Helebê xetereya komkujiyek heye. Divê civaka navneteweyî bi lezgînî mudaxele bike."
Nûnerên komîna ciwanan diyar kirin ku wekî ciwanên Kurd, ew ê li kolanan bin. Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd jî li dijî êrîşên li Helebê meşek li dar xistin. Ciwanên Kurd di saetên êvarê de li Qada Belle de Mai kom bûn û êrîşên HTŞ û SMO yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin. Meş ji aliyê Ciwanên Kurd ên Fransayê ve hat organîzekirin.
Di meşa ku ji Qada Belle de Mai destpê kir û heta Parka Terrasse berdewam kir de timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Helebê" hatin berzkirin.
Di axaftin û daxuyaniya hat xwendin de bal kişandin ser berxwedana gelê Kurd û bang li ciwanan kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rûmet ne tenê gotin e; jiyanek bi rûmet e. Divê her ciwan bi berpirsiyarî nirxên şoreşa ku ji hêla Rêbertiyê, gel û şehîdan ve hatiye avakirin biparêze."
Di daxuyaniyê de li şûna şer daxwaza aştiyê derket pêş û pêwîstiya jiyanek ewle û bi rûmet ji bo hemû gelan hat destnîşankirin. Berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û wiha hat gotin, "Helwesta xurt a gelê me li dijî êrîşên hovane yên bi salan bersivek e. Îradeya gelê me qet nayê şikandin."
Daxuyanî bi banga hevgirtinê ya bi gelê Kurd re û bi gotina "azadî, rûmet, aştî û pêşerojek bi rûmet" bi dawî bû.
MONTPELLIER
Kurd û dostan wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li bajarê Montpellier ê Fransayê mitîng li dar xistin.
Kurdistan û komên hevgirtinê yên ku saet di 18.00’an de li qada Place de la Comédie kom bûn bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava dan. Di mitîngê de gelek belavok hatin belavkirin.
Di mitîngê de êrîşên HTS û SMO yên bi taybetî li ser taxên Kurdan ên li Helebê hatin protestokirin û berxwedana gelê Kurd hat silavkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî gelê Kurdên li Rojava û Helebê polîtîkaya dagirkeriyê ye.
Di mitîngê de bal kişandin ser zilm û êrîşên li Rojhilatê Kurdistanê û banga piştgiriyê li civaka navneteweyî hat kirin. Hat diyarkirin ku divê li hember êrîşên ser gelê Kurd û hemû beşên Kurdistanê tên kirin bêdengî nemînin.
Di mitîngê peyama "Gelê Rojava ne bi tenê ye" derket pêş û banga xurtkirina hevgirtinê û berdewamiya têkoşînê hat kirin.