Çalakvanên Nobeta Azadiyê ya Cenevreyê: Em ê di 10’ê Çileyê de li Parîsê bin
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 259’an de didome.
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 259’an de didome.
Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cîh bînin.
Çalakiya vê hefteyê di şexsê Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze ku di 2’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopya ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin de, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre, Konuna Jinan a Şehîd Sema Yuce, bi wesîleya sêyemîn salvegera Komkujiya Duyemîn a Parîsê daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêşengên têkoşîna azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî hovane hatin qetilkirin û hate destnîşankirin ku plan û pêkanîna komkujiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin. Her wiha hate diyarkirin ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî dewama heman zîhniyetê ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 13 sal bi ser komkujiyê derbas bûye jî hîna edalet nehatiye pêkanîn û dewleta Fransayê tevî ku kujeran dizane jî dosyayê dinixumîne.
Hate destnîşankirin ku neronîkirina Komkujiya 9’ê Çileyê rê li ber Komkujiya Duyemîn a Parîsê vekir û wiha hate gotin, “Ger komkujiya yekemîn hatiba eşkerekirin, wê rûyê rast ê dewleta Tirk derketiba û polîtîkaya bêcezahiştinê têk çûba.”
ÎŞARET BI HELEB Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ HAT KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên komên çete ên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin kirin. Hate diyarkirin ku ev êrîş plankirî ne û li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e û wiha hat gotin, “Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne.”
Hate diyarkirin ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên din ên bindest li dijî rejîma faşîst a Îranê rabûne û hate gotin ku berxwedana Rojhilata Kurdistanê li dijî darvekirin, girtîgeh û polîtîkayên tunekirina gelan têkoşîna azadiyê ye.
‘EM Ê DI 10’Ê ÇILEYÊ DE LI PARÎSÊ BIN
Daxuyaniya çapemeniyê bi vê bangê bi dawî bû; “Em bang li jin, gel û raya giştî ya demokratîk dikin ku di 13’ê salvegera Komkujiya Parîsê de li dijî dewleta Tirk ku kujerê Sara, Ronahî, Rojbîn, Evîn Goyî, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar e, têkoşînê mezin bikin.
Em bang li her kesî dikin ku di 10’ê Çileyê de bi dirûşmeya “Kujer tê zanîn, Fransa çima bêdeng e?” tevlî meşa li Parîsê were lidarxistin bibin.