FEDA û DAKB: Divê komkujiyên plankirî yên li dijî gelên Sûriyeyê bên rawestandin

FEDA û DAKB diyar kirin ku HTŞ li Sûriyeyê di serî de Elewî, Kurd û Durzî, li dijî gelek gel û baweriyan êrîşên sîstematîk pêk tîne û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgîn mudaxele bike.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyar kirin ku êrîşên plankirî û sîstematîk ên HTŞ’ê li dijî gelên Sûriyeyê berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên ku Elewî, Durzî, Kurd, Xiristiyan, Asûrî-Keldanî û Ermeniyan hedef digirin, sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên selefî yên girêdayî HTŞ’ê ku bi piranî bermahiyên DAÎŞ’ê ne, nasnameyên olî, etnîkî û îdeolojîk hedef digirin û hat destnîşankirin ku ev sûc di raporên Neteweyên Yekbûyî de hatine belgekirin û li gor hiqûqa navneteweyî binpêkirinên giran in.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dawî bi taybetî li taxên Helebê ku bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirinkirin ku beşek girîng ji niştecihên van taxan berê bi zorê ji Efrîn hatine koçberkirin û sivîlên Kurd û Elewî yên bi awayekî sîstematîk hatine koçberkirinin.

Di daxuyaniya hevbeş de hat bibîrxistin ku ev êrîş ne bûyerên yekane ne, komkujiyên rêxistinkirî, plankirî û qirker in ûhat gotin ku bêdengiya li hember êrîşên li Rojava, Heleb, herêma peravê û herêmên Durziyan tê wateya hevkariya van sûcan.

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên navneteweyî, nemaze endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ku HTŞ’ê, rasterast an nerasterast nas dikin kir ku tavilê êrîşan rawestînin, berpirsiyaran li dadgehên navneteweyî derxînin pêşberî edaletê û li Sûriyeyê li ser bingeha destûrek demokratîk ku jiyana wekhev û azad ê hemû gelan misoger dike çêbikin.

FEDA û DAKB bang li her kesî kirin ku li dijî êrîşan rabin, tedbîran bigirin û beşdarî çalakiyên plankirî bibin û xwestin ku sûcên li dijî mirovahiyê bê ceza nemînin.