Di serî de Belçîka, Fransa, Swêd û Gurcîstan cotkarên ku ji gelek welatên cuda hatin ba hev, diyar kirin ku livehkirina Mercosur wê di sektora çandiniyê de gelek şaxên hilberînê bixe talûkeyê. Xwepêşanderan kartol avêtin barîkatên polîsan û hêzên ewlehiyê jî bi xaza îsotê û avêtina avê bersiv da xwepêşanderan.
Ji saetên sibehê û pê ve bi dehan traktoran hewl da ku bikevin Brukselê û hin ji wan li derdora saziyên YE’yê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Protesto, roja ku serokên YE’yê ji bo civînê li bajêr bûn, pêk hatin.
Mezintirîn lobiya cotkariya ya Ewropayê ya çalakî organîze kirî Copa-Cogecayê, ragihand ku wê ji welatên cuda herî kêm 10 hezar cotkar beşdar bibin. Polîsan jî dan zanîn ku di saetên nîvro de ‘’çend hezar’’ xwepêşander li qadê bûne.
Komîsyona YE’yê û serokê serdemê yê Mercosurê israr dikin ku beriya qedandina hefteyê lihevkirina ku Brezîlya, Arjantîn, Paragûay û Ûrûgûayê jî eleqedar dike, îmze bikin.
Lihevkirina ku nêzîkî 25 salan e tê muzakerekirin, ger were îmzekirin wê mezintirîn herêma bazirganiya serbest a cîhanê ava bike.