Li Zurîhê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn
Li Zurîhê di bîranîna bi pêşengiya KOMAW’ê de, banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ya ku weke encameke têkoşîna şehîdan pêk hat, û banga serxistina vê pêvajoyê hat kirin.
Li Zurîhê di bîranîna bi pêşengiya KOMAW’ê de, banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ya ku weke encameke têkoşîna şehîdan pêk hat, û banga serxistina vê pêvajoyê hat kirin.
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê hate lidarxistin, gelek xizmên şehîdan beşdar bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di çalakiyê de yekemîn axaftvan li ser navê KOMAW’ê Mehmet Semsûr bû. Semsûr diyar kir ku piştî şehîdan axaftin ne hêsan e û got, her bihostek axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Semsûr got, “Gelê Kurd berdêlên mezin da. Ger em xwe weke Kurd pênase dikin, ev bi saya şehîdên me ye. Em deyndarê wan in. Ez li beramberî hemû şehîdên me bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”
Dayikên Aşitî Dondû Ergîn û Îsmîxan Ok jî bal kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anîn ziman ku dayik dê ji bo aştiyê têbikoşin.
Di dawiya bîranînê de siyasetmedar Serhad Agirî axivî. Agirî bi sersaxî xwestina ji malbatên şehîdan dest bi axaftina xwe kir û got, “Di dîroka 50 salî ya têkoşîna azadiyê de, me nêzî 50 hezar şehîd dan. Yanî her sal hezar şehîdên me hene. Rojane bi qasî 3 şehîdan. Ev êşeke mezin e. Bê guman ev wateyeke wê jî heye. Rastiya gelê Kurd, şehîdên wan in. Em çawa dikarin bibin layiqê van şehîdan? Divê em çawa wate bidin jiyan û têkoşîna wan? Em hemû bi kêmanî şehîdekî nas dikin. Ew li ku ne, em li ku ne? Divê em hesabê vê bikin. Divê em bibin bersiv ji şehîdan re û xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Agirî her wiha bal kişand ser geşedanên piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kir ku ew xwedî li pêvajoyê derdikevin. Agirî anî ziman ku ew dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve û got, “Rêber Apo bi vê hewldanê hem destwerdan li partiyê, hem li gel û hem jî li sîstemê kir. Lewra divê êdî ji şêwaza berê bê dûrketin. Ger jiyana nû, xwe ji nû ve avakirin be, divê em vê bi ser bixin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyona amadekirî hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.