Nobeda Azadiyê ya ku ji Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 703’an de ye. Sê welatparêzên ku ji bajarê Essen ê Elmanyayê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin. Îbrahîm Ayne, Azad Burulday û Abdulazîz Seyîd di koma nû de cih digirin.
Li ser navê komê, Îbrahîm Ayne axivî û diyar kir ku çalakî wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike. Ayne got, “Heta ku Rêber Apo azad nebe, ne gelê Kurd û ne jî mirovî azad nabe.”
Ayne destnîşan kir ku Rêber Apo rûmeta mirovahiyê ye û wiha got, “Divê tevahî mirovahî bizanibe ku divê Rêber Apo azad bibe. Rêber Apo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, divê heta niha azad bûba.”
Ayne bang li dewleta Tirk kir û wiha got, “Divê Tirkiye jî li beramberî gavên ku Rêber Apo avêtine, gavan biavêje. Kesên di zindanê de têne girtin, divê tavile bên berdan. Em dixwazin hevalên me yên Ewropayê vegerin û kesên di penaberiyê de azad bibin. Wekî ku hevalek me got, me tu sûc nekiriye ku me efû bikin, em heqê xwe dixwazin. Em jî wekî hemû mirovên di cîhanê de dixwazin li welat û xaka xwe bijîn.”