KCDK-E di daxuyaniya nivîskî de got, ”Demboriya ti komkujiyan tineye. Heta ku komkujiyên Mereş, Roboskî, Zindanan û bi dehan komkujiyên din neyên ronîkirin, demokratîkbûn ne pêkan e."
Daxuyaniya KCDK-E wiha ye:
“Di Komkujiya Mereşê ya di navbera 19-24’ê Kanûna 1978’an de bi destê dewletê ve li dijî Elewiyên Kurd hat kirin de li gorî daneyên fermî 120 kes hatin qetilkirin. Komkujiya Mereşê wekî hovîtîyek li dijî Elewiyên Kurd kete rûpelên dîrokê.
Armanca Komkujiya Mereşê ew bû ku herêma rojavayê Firatê tê zanîn, rojavayê Kurdistanê ji Kurd-Elewiyan paqij bike, bi vî rengî qirkirina Kurdan ber bi hundirê Kurdistanê ve berfireh bike.
Berpirsiyarên Komkujiya Mereşê nehatin darizandin û mîna Komkujiya Madimakê hatin xelatkirin. Yên ku Elewî qetil kirin, bi destê dewletê bûn parlamenter û bi vî awayî hatin xelatkirin.
Hişmendiya ku Komkujiya Mereşê pêk anî, polîtîkayên statukoyê, yekreng, nijadperest ên dewleta Tirk wekî kevneşopî ji Împeratoriya Osmanî mîras girtiye û kesên ku ne Tirk-Îslamî ye Kurd, Elewî, hemû bawerî û nasnameyan hedef digire.
Her wiha dîrok di 28’ê Kanûna 2011’an de bû şahid ku balafirên şer ên Tirk, piraniya wan zarok bûn 34 Kurdên sivîl bi zanebûn û plankirî qetil kir. Ev komkujiyek ewqas eşkere bû ku fermandarê ku ew pêk anî, piştre hat terfîkirin û xelat kirin.
Komkujiya Roboskî wekî komkujiyek plankirî ya dewleta Tirk li hemberî Kurdan pêk anî kete nava rûpelên dîrokê.
Yazdeh sal di ser komkujiya 34 Kurdên ku 19 jê zarok bûn, ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hat kirin re derbas bûn. Berpirsiyar nehatine darizandin. Tevî ku her tişt bi eşkere ye jî, kesên ku ferman dane nehatine darizandin, û hewl dan komkujiyê veşêrin.
Em dikevin salvegera Komkujiya 19’ê Kanûna 2000’an a ku li zindanan hat kirin û li dijî girtiyên siyasî bi berfirehî berdewam dike. Cenazeyên girtiyên siyasî yek bi yek ji girtîgehên Tirkiyeyê derdikevin.
Demboriya ti komkujiyan tineye. Heta ku komkujiyên Mereş, Roboskî, zindanan û bi dehan komkujiyên din neyên ronîkirin, demokratîkbûn ne pêkan e.
Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji bo hevrûbûna civakî, eşkerekirina komkujiyên ku di dîroka Tirkiyeyê de hatine kirin û di serî de li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji nû ve avakirina yekîtî, aştî û jiyana demokratîk a civakî pêk were înîsiyatîfek dîrokî pêşxistiye.
Bi pêkanîna paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk re wê hemû komkujî ronî bibin, wijdanê civakî rihet bibe û gel, jin, çand û bawerî li ser bingeha wekhevî û azadiyê bibin serketiyê sedsala 21’an.
Em wekî KCDK-E, komkujiyên Mereş, Roboskî û Zindanan şermezar dikin û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo bidawîkirina pêkanînên nemirovane yên li girtîgehan û bi taybetî jî pergala tecrîda Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê.