Peymana bajarê xwişk-bira di navbera şaredariya Renes û Amedê de hat îmzekirin
Têkiliya dostanî ya di navbera şaredariya Rennes û Amedê de bi merasîmekî fermî bû. Di navbera her du bajaran de peymana bajarê xwişk-bira hat îmzekirin.
Têkiliya dostanî ya di navbera şaredariya Rennes û Amedê de bi merasîmekî fermî bû. Di navbera her du bajaran de peymana bajarê xwişk-bira hat îmzekirin.
Têkiliya dostanî ya di navbera şaredariya bajarê Rennes ê Fransayê û Amedê de, bi resepsiyoneke taybet fermî bû. Di navbera her du bajaran de peymana bajarê xwişk-bira hat îmzekirin. Gelek nûnerên ji her du bajaran tevlî merasîmê bûn.
Şaredara Rennesê Nathalie Appere, cîgira şaredar û berpirsa têkiliyên navnetweyî Flavie Boukhenoufa, ji tîma Têkiliyên Navneteweyî ya Şaredariya Rennesê Sîmon Letonturier û damezrîner û serokê rûmetê yê AKP (Komaleya Dostanî ya Kurd-Breton) Andre Metayer tevlî resepsîyonê bûn. Nûnertiya Şaredariya Amedê jî hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun kir. Civaka Kurd a li Rennesê dijîn jî eleqeyeke zêde nîşanî bernameyê dan.
Şaredara Rennesê Nathalie Appere di merasîmê de axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo fermîbûna têkiliyên dostaniya ya di navbera her du bajaran de ku nêzî 40 sal in, anî ser ziman. Hevşaredarên Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun diyarkirin ku ev yek ji bo van gaveke bi rûmet û hêvî ye û destnîşankirin ku piştevaniya di navbera her du bajaran de, di aliyê çandî, civakî û demokratîk de xurttir bibe.
Di çarçoveya bernameyê de plaketekî taybet diyarî li damezrîner û serokê rûmetê yê AKB Andre Metayer ku zêdeyî 40 sal in tevkarî li piştevaniya Kurd-Breton dike, hat kirin. Hevşaredarên Şaredariya Amedê formaya Amedê ku navê Metayer li ser bû, kirin diyarî.
Merasîm bi gerandina govendê dewam kir. Hate diyarkirin ku têkiliyên di navbera her du bajaran de, di pêvajoya pêş de bi hevkariyên çandî, serdanên hev û projeyên hevpar xurttir bibe.