Hevdîtina ku li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê hate lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Kurdistan û Şoreşê dest pê kir.
Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin. Salîha Aydenîz got: ‘’Ji bo avakirina aşitî û demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hewceyî bi têkariya her kesî heye.’’
Salîha Aydenîz bal kişand ser hevsengiyên li cîhanê û Rojhilata Navîn ên diguherin û ev yek anîn ziman: ‘’Geşedanên ku Kurdan û gelên Tirkiyeyê eleqedar dikin, rû didin. Ev pêvajo, bi hewldana her du aliyan a hevpar hate destpêkirin û gihiştiye xala avakirina aşitî û civaka demokratîk ku wê ji bo başiya hemû gelan be.’’
Parlamentera DEM Partiyê, diyar ku pêvajo ji mînakên aşitiyê yên tên zanîn ên li cîhanê cudatir pêş dikeve û got: ‘’Ji çareseriyên aşitiyên yên li Bask, Îrlanda û Filîpînan cudatir, em modeleke çareseriyê ya nû ya guncavî avaniya civakî ya gelên me pêş dikevin û me dest bi standina encamên wê kir.’’
Salîha Aydenîz destnîşan kir ku pêvajo li gel hezaran civîn, panel, semîneran ji gel re hatiye eşkerekirin, diyar kir ku berpirsiyarî dikeve ser milên Kurdên li dîasporayê jî û got: ‘’Ev pêvajo, bes ne ji bo gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye, di heman demê de Kurdistaniyên ku li van deran dijîn jî eleqedar dike. Em li bendê ne ku gelê me yê koç kiriye jî têkariyê bike. Tevlîbûna her kesî ya ji vê pêvajoyê re girîng û watedar e.’’
Civîn, bi pirsên beşdarvanan ên têkildarî pêvajoyê û nirxandinên têkildarî geşedanên dawîn ên li Rojava bi dawî bû.