BI DÎMEN

Li Landshutê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin

Li bajarê Landshut a Elmanyayê, bi tevlîbûneke girseyî û coş Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin.

Pîrozbahî roja Yekşemê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Hevserokê FED-GEL Lokman Hedil, di pîrozbahiyê de axivî. Lokman Hedil, bal kişand ser pêvajoyê û got ku qonaxa heyî dîrokî ye.

Hedil got “Rêber Apo beriya 47 salan Têkoşîna Azadiyê ku bi kedeke xurt hat avakirin, diyarî gelê Kurd kir. Ev diyarî mîna rojê li Kurdistanê û di nava gelê Kurd de şewq da.”

Hedil anî ziman ku destketiyên gelê Kurd xurt in û got, “Em ê xeta fedaiyên xwe esas bigirin û li ser vê bingehê tevlîbibin û têkoşînê berfirehtir bikin.”

Hedil got “Yekane rêya misogerkirina serketina pêngava ‘ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ xeta fedaiyan esas girtine.”

Piştî axaftinan koma jinan a erbane, hunermend Binevş Cizîrî, Azad û Fîroz Mîran derketin ser dikê. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendan û berzkirina dirûşmeyan dewam kir.