Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê Cejna Berxwedana Neteweyî bi beşdarî û coşeke mezin a gel hate pîrozkirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir.
Di bernameyê de Hevserokên Meclîsa Gel ya Kurd silav li gel kirin. Piştre di axaftinên li ser pêvajoyê de hate tekezkirin ku qonaxa heyî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe berdêlên giran daye û bi hezaran şehîd dane, û girîngiya parastina ziman, çand û nasnameya Kurdî ji aliyê dayikan ve bi zarokên xwe re anîn ziman.
Siyasetmedar Îsmet Kem jî beşdarî çalakiyê bû û axaftinek kir. Kem diyar kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de divê baştir xwe birêxistin bike û di qada siyasetê de roleke xurtir û çalak bigire ser xwe.
Di vê şeva dirêj de gelek dengbêj û hunermend derketin ser dikê. Hunermend Zînê û Mem Botanî bi stranên xwe coş dan beşdaran. Hozan Axîn, Hozan Diyar, Hozan Şîwan Rojava, Hozan Kazim Dêrsim û Hozan Bîrhat Kurdî jî derketin ser dikê û bi berhemên xwe reng dan çalakiyê.
Bername bi govendên gel ên bi muzîkê û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
ULM
Li bajarê Ulm-Heidenheim ê Elmanyayê jî bi boneya Cejna Berxwedana Neteweyî çalakiyek hate lidarxistin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreş û berxwedanê dest pê kir.
Piştre Jinda Dîrok’ê axaftinek kir. Di axaftinê de hate tekezkirin ku destkeftiyên gelê Kurd mezin in û divê xwedî li van destkeftiyan derkeve. Dîrok, bi taybetî anî ziman ku divê gelê Kurd ji xwe bawer be û bal kişand ser girîngiya beşdarbûna pêvajoyê bêyî ku pişta xwe bi dewletên din ve girêde. Dîrok bi bîr xist ku şer li Rojava hîn bi dawî nebûye û got, ev pêvajo ne dawî, lê destpêkeke nû ye.
Her wiha di axaftinê de hate tekezkirin ku PKK’ê ji bo gelê Kurd roleke dîrokî lîstiye. Hate gotin ku bi PKK’ê re “hişekî Kurd” ava bûye û gelê Kurd ê ku berê hatibû înkarkirin, îro bûye rastiyek ku tevahiya cîhanê neçar e bipejirîne. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de aktorekî diyarker e û hate tekezkirin ku PKK’ê hişekî Kurdî afirandiye.
Dîrok anî ziman ku ji gelek deverên cîhanê mirov tên herêmê ji bo Şoreşa Rojava û felsefeya Rêber Apo fêm bikin û got, divê gelê Kurd jî vê pêvajoyê baştir fêm bike.
Piştî axaftinan, helbestkaran helbestên xwe xwendin. Çalakî bi stranên komên muzîkê yên herêmî û govendên gel ên bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.