BI DÎMEN

Li Bremenê ‘Pîrozbahiya Jiyana Azad û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin

Hevberdevkê DEM Partî yê li Elmanyayê Faysal Sariyildiz, di pîrozbahiya li bajarê Delmenhorst ê Elmanyayê de axivî û îşaret bi têkoşîna jiyana azad û demokratîk kir.

Li bajarê Delmenhorst ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” pîrozbahiya ‘Jiyana Azad û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin.

Pîrozbahiya ji aliyê Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk a Bremen û Oldenburgê hate organîzekirin.

Salona pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo hatin xemilandin û beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin.

Hevberdevkê DEM Partî yê li Elmanyayê Faysal Sariyildiz, di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo ên di hevdîtina dawî de. Sariyildiz têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd wekî “şerê hebûn û rûmetê” bi nav kir û diyar kir ku di qonaxa heyî de têkoşîna jiyaneke azad û demokratîk tê meşandin.

Sariyildiz destnîşan kir ku gelê Kurd sed sal in li dijî înkar û zextan li ber xwe dide û anî ziman ku tevî berdêlên giran jî têkoşîn nehat têkbirin. Sariyildiz bilêv kir ku modela azadî û demokrasiyê ku li Rojava hat avakirin, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn bûye hêvî û anî ser ziman ku ev tecrube li raya giştî ya cîhanê bi eleqe tê şopandin.

Piştî axaftinê hunermend Nûarîn, Şerîf Omerî, Koma Siyabend, Ciwan Çewlîg û Mazlum derketin serdîkê. Beşdaran li ber stranan govendê gerandin. Helbestvan Guney Ozdemîr jî di pîrozbahiyê de helbestan xwend û govendên Koma Hebûn beşdaran bi coş kir.

Pîrozbahî li ber stran û dirûşmeyan, bi atmosferekî bi coş bi dawî bû.