BI DÎMEN

Nivîskar Haydar Işik li Frankfurtê hat bibîranîn

Nivîskar Haydar Işik di 4’emîn salvegera wefata xwe de li Frankfurtê hat bibîranîn.

Nivîskar Haydar Işik ê ku di 17’ê Kanûna 2021’an de li bajarê Munih ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, di 4’emîn salvegera wefata xwe de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hate bibîranîn.

Bîranîn li Komaleya Çandê ya Elewî ya Hochtaunusê hat lidarxistin û malbat, dost û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di bîranînê de keça Haydar Işik, Yuksel Mutlu, ji Kongreya Avakirina Dersimê Erol Aydin û Mustafa Şen, ji rêveberiya FEDA’yê Şahîn Polat, hunermend Ferhat Tunç, nivîskar Ahmet Karaman û endamê Însîyatîfa Piştevaniya bi Rojava re Margot Simoneit amade bûn.

Margot Simoneit, Yuksel Mutlu û Ahmet Karaman di bîranînê de axivîn. Di axaftinan de qala jiyan, mîrateya hizrî û tevkariyên Haydar Işik ji bo çanda Dersimê hat kirin.

Pişitî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana Haydar Işik hate pêşandan. Di dema pêşandana jiyana Işik de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Bîranîn li ber kilamên Ferhat Tunç, careke din bi oxirkirina Haydar Işik ku wekî ‘Pîrê Dersimê’ tê nasîn, bi dawî bû.