Li Londonê panela 'Girtîgeh û Mafên Mirovan'

Li Londonê di panelekê de rejîma zext û zordariyê ya li girtîgehan hatiye avakirin, binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyên siyasî û polîtîkayên tecrîdê hatin nirxandin.

NADE (Meclîsa Kurd), UPOTUDAK û nûnerên TSP'ê di 14'ê Kanûnê de li Navenda Civaka Kurd a li Londonê bi sernavê "Girtîgeh û Mafên Mirovan" panelek lidar xistin. Di panelê de ku tevlîbûneke xurt lê çêbû, rejîma zextê ya li girtîgehan hatiye avakirin, binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk a li hemberî girtiyên siyasî û polîtîkayên tecrîdê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Ji axaftvanên destpêkê yên panelê Aya Costar anî ziman ku cewhera girtinê polîtîk e û diyar kir ku li Ewropayê jî hebûna girtiyên siyasî nikare bê înkarkirin. Costar ragihand ku li Tirkiyeyê yek ji deverên ku sîstema tecrîdê bi rengê herî giran di meriyetê de ye Îmrali ye û destnîşan kir ku tecrîd êrişa yekser a li ser rûmeta mirovahiyê ye. Costar bi bîr xist ku gelê Fîlîstînê bi salan e li êşkence û polîtîkayên cezakirina kolektîf rast tê û anî ziman ku ev zextên polîtîk li cografyayekê bi tenê nîne. Her wiha destnîşan kir ku gefa sirgûnkirinê ya aktîvîstê Kurd Mehmet Cebrar parçeyek ji vê polîtîkayê ye.

Nivîskar-rojnamevan Îlham Bakir jî qala avabûn û rêveçûna dîrokî ya girtîgehan a li nava civaka nûjen kir. Bakir anî ziman ku girtîgeh ne tenê li ser mijara sûc û cezakirinê, her wiha bi armanca kontrolkirin û dîsîplînkirina civakê weke 'laboratûwarekê' tê bikaranîn û got, sîstem destpêkê li girtîgehan tê ceribandin, piştre jî li nava tevahiya civakê tê belavkirin. Bakir destnîşan kir ku li hemberî vê yekê yekane rê ew e ku civakeke rêxistinî, komunal û piştevaniyê bê avakirin û ragihand ku hêza gel ne çek an jî sermaye ye, hêza gel rêxistinî ye.

Ji UPOTUDAK'ê jî Suleyman Gurem anî ziman ku tecrîd bi serê xwe şêweyekî êşkenceyê ye û bi bîr xist ku ev sîstema bi mînaka Ahmet Garan bi sînor nîne, li ser Rêber Apo bi rengekî girankirî dewam dike. Gurem destnîşan kir ku ev yek bi eşkere li dijî hiqûqa mafên mirovan û peymanên navneteweyî ye û ji bo pêkanîna armanca xwe hewldana bêdengkirina muxalefeta civakî ye.

Di beşa dawî ya panelê de giranî ji girîngiya berxwedan û piştevaniyê re hate dayin. Hate ragihandin ku têkoşîn divê ne şexsî be lê kolektîf be.