Çavdêriya Şopandina Doza Kenan Ayaz ku bi armanca piştevaniya bi Kenan Ayaz re hat avakirin, parastina Ayaz a ku di doza xwe ya li Elmanyayê de pêşkêşî dadgehê kiriye, kir pirtûk û li Lefkoşyayê pêşkêşî raya giştî kir.
Parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, rojnamevan, akademîsyen, parezer, rêxistinên jin û ciwanan û nûnerên civaka sivîl tevlî nasandina pirtûkê bûn. Her wiha malbatên ku xizmên xwe di dema dagirkeriya Tirk a 1974’an de winda kirine, tevlî bûn.
Bername bi moderatoriya rojnamevan Tonia Stavrinou destpê kir. Piştî vekirinê, peyama nivîskî ya Kenan Ayaz ku li Girtîgeha Navendî ya Lefkoşayê tê girtin, ji aliyê parêzer Sokrates Tziazas ve ku di koma parastinê de cih digre, hate xwendin.
AYAZ: YÊ TÊ DARIZANDIN NE KESEK, LÊ TÊKOŞÎNA GELEKÎ YE
Ayaz di peyama xwe de Theofilos Georgiadis ku di 20’ê Adara 1994’an de hate qetilkirin, bi bîr anî û bilêv kir ku tişa ku tê darizandin ne kesek, lê têkoşîna gelekî ye. Ayaz anî ziman ku darizandina wî ya li Elmanyayê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û pêvajoyê wekî “înkara hiqûqê” bi nav kir.
SERHAT: GELEKÎ HAT PARASTIN
Siyasetmedar Lezgîn Serhat anî ziman ku parastina Ayaz ji azadiya kesî wêdetir, dengê gelên di bin gefa qirkirinê de ne ye. Serhat diyar kir ku xebatên bi vî rengî ne tenê bandorê li ser îro, li ser nivîsîna dîrokê ya pêşerojê jî dike. Serhat destnîşan kir ku doz ne hiqûqî ye, siyasî ye û banga berdana Ayaz kir.
PEYAMA SERMETRAN
Sermetranê Qibrisê Georgios Papachrysostomou jî peyam şand û diyar kir ku nabe mafên mirovan bibe mijara bazarê. Papachrysostomou anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna gelê Qibrisê ya li dijî dagirkeriyê tîne bîra mirov û diyar kir ku azadî ne bi gotin, divê bi çalakiyê were parastin.
‘BELGEYEKE KOLEKTÎF A DERBARÊ EDALET, AZADÎ Û HEQÎQETÊ DE YE’
Nivîskar Despo Pilavakî, parêzer Efstatios Efstathiou, Oz Karahan û Alekos Mihalides jî di axaftinên xwe de destnîşankirin ku di doza Ayaz de hizra siyasî tê cezakirin. Axaftvanan anîn ser ziman ku pirtûk belgeyeke kolektîf a derbarê edalet, azadî û heqîqeta dîrokî de ye.
Rojnamevan û rêveberê Weşanxaneya Erma Alekos Mihalides jî destnîşan kir ku ev bername ne rehetkirina wîjdanê ne jî nîşandaneke sembolîk e. Mihalidest got ku metn êdî ne wekî parastin, lê divê wekî manîfestoya azadî, rûmet, heqîqeta dîrokî û edaletê were xwendin.