BI DÎMEN

Li Berlînê di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de banga azadiya Rêber Apo kirin

Di çalakiya li Alexanderplatzê ya li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan Hevî û Nav Berlîn hat lidarxistin de bi boneya Roja Mafên Mirovan banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî gelê Kurd hat kirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan Hevî û Nav Berlinê li qada Alexanderplatzê ya paytexta Elmanya Berlînê kom bûn û bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê standek danîn û belavok belav kirin. Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin azadiya Rêber Apo.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê bi taybetî mafê gelê Kurd, muxalif, rojnamevan, çalakvanên jin û sendîkavanan bi awayekî cîdî tê binpêkirin û wiha hat gotin: "Kuştinên derhiqûqî, êşkence, girtinên keyfî, zextên li ser azadiya raman û çapemeniyê û têkbirina serxwebûna darazê bi taybetî li bajarên Kurdan zûde ne.”

Hat destnîşankirin ku krîmînalîzekirina nasname, ziman û çanda Kurdan, şaredarên hilbijartî ji peywirê tên girtin, û zextên sîstematîk ên li ser partiyên siyasî û civaka sivîl veguheriye polîtîkayekê.

Di çalakiyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê demokratîkbûna rastîn û aştiya mayînde tenê bi çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd pêkan e û hat bibîrxistin ku pêvajoyên diyalogê yên berê tundî kêm kiriye û hêviya civakî zêde kiriye. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rola diyarker a Rêber Apo.

Di çalakiyê de hat xwestin ku “divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin, mekanîzmayên nirxandina dadwerî bên bikaranîn û 'mafê hêviyê' were sepandin" û daxwaza berdana Rêber Apo, hemû girtiyên siyasî hat kirin, dawî li krîmînalîzekirina siyaseta Kurd were anîn û hevkariyên navneteweyî yên bi dewletên herêmî re bên kirin bi standardên mafên mirovan ve werin girêdan.