Parlamenta Ewropayê qedexeya gaza Rûs erê kir
Parlamenta Ewropayê (PE) ji bo qutkirina alîkariyên ku di şerê Ûkraynayê de Rûsyayê fînanse dikin, qedexeya gaza Rûs erê kir.
Parlamenta Ewropayê (PE) ji bo qutkirina alîkariyên ku di şerê Ûkraynayê de Rûsyayê fînanse dikin, qedexeya gaza Rûs erê kir.
Raportor Inese Vaidere biryara PE’yê weke “ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) gaveke dîrok” pênase kir û bi bîr xist ku ji sala 2022’yan û vir ve Yekîtî ji bo enerjiya fosîl zêdeyî 216 milyar euro pere da û hîna rojane nêzî 40 milyon euro tê dayîn.
Biryar wergirtina gaza Rûs bi rengekî qedeme bi qedeme qedexe dike. Bi taybetî ji bo peymanên demdirêj dîroka dawî weke 1’ê Mijdara 2027’an hate diyarkirin.
Şîrketên ku li gorî qedexeyê tevnegerin, wê rû bi rûyê pêkanînên malî bimînin. Li hemberî vê yekê, dibe petrola Rûs û sotemeniya nukleer bi temamî were qedexekirin.
Komîsyona Ewropayê ev sererastkirina qanûnî, li şûna pêkanîn weke pêşniyar pêşkêş kir; bi vî rengî li şûna yekîtiya dengan, qebûlkirina piranî hate armanckirin.
Ev rê armanc dike ku vetoya muhtemel a Slovokyayê û Macaristanê ya di bin lîdertiya Viktor Orban de derbas bike. Orban ragihand ku ew ê planê veguheze dadger.
Hin parlamenterên rastgir ên tund îtîrazê biryarê kirin.
Ji bo ku biryar bikeve meriyetê, li benda erêkirina dawî ya piranî ya dewletên endam in. Lê belê tê diyarkirin ku ev yek formalîte ye.