BI DÎMEN

Li Draguignanê ji bo fermandarên jin ên pêşeng sersaxî hat lidarxistin 

Fermandarên jin ên pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi pêşengiya KOMAW’ê ve hatin bîranîn. Beşdaran dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya şehîdan anîn ziman.

Li Draguignan a Fransayê bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve ji bo bîranîna endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û milîtana pêşeng Sema Roza merasîma sersaxî û bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyona ku li ser jiyana şehîd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza hatibû amadekirin berdewam kir. Di sînevîzyonê de hêza îdeolojîk a têkoşîna şoreşger a jinan, ruhê hevrêtiyê û hişmendiya fedakariyê derketin pêş.

Nûnerê KOMAW Nûrî Karayazi di merasîmê de axivî û bal kişand ser rola dîrokî ya şehîdan a di meşa azadiyê ya gelan de û got, "Heval Berfîn û Sema kesayetên pêşeng in ku şoreşa jinan xistin pratîkê. Fedakariya wan ne tenê çalakiyek berxwedanê ye; ew îfadeya baweriyê ya pêşeroja azad a gelê me ne. Ji bo me şehîd, navê ji nû ve vejîna têkoşînê ne. Mezinkirina têkoşîn û rêxistiniya ku wan ji ji me re hiştine û kûrkirina berxwedana civakî erka me ye.”

Karayazi anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo îro li Ewropa û gelek deverên cîhanê rê nîşanî têkoşînên gelan dide û got, "Xeta şehîdan îfadeya pratîkî ya vê paradîgmayê ye. Wan di jiyana xwe de pêşengiya gel, jinan û jiyana azad şênber kirin."

Siyasetmedar Semyan Agirî di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku şoreşgeriya jinan veguheriye nirxek gerdûnî ya azadiyê û got, "Hevrê Berfîn û Sema bi zelaliya xwe ya îdeolojîk û biryardariya xwe ya têkoşînê şoreşa jinan jiyanî kirin. Têkoşîna wan bingeha asta ku em îro gihîştinê ye. Mezinkikrina mîrateya ku wan ji me re hiştine erka me ye.”