Komeleya Lêkolînên Aştiyê wê konferansa ‘Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê' li dar bixe

Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) roja Şemiyê li Bonnê wê konferansa “Bi hev re teşeyê bidin jiyanê: Perspektîfên pêşerojê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê" li dar bixe.

Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) 22’yê Mijdarê roja Şemiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê wê konferansa “Bi hev re teşeyê bidin jiyanê: Perspektîfên pêşerojê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê" li dar bixe.

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, Hîndekar Prof. Dr. Hamît Bozarslan, Dr. Naif Bezwan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Dr. Ozgur Sevgî Goral, Dr. Yahya Madra, Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser, rojnamevan Selahattîn Soro û Şehbal Şenyurt Arinli wek axaftvan dê beşdarî konferansê bibin.

Konferans wê tevahiya rojê bidome û peyamên siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli jî dê bên xwendin.

Di konferansê de wê li ser mijarên ‘Faktorên hundir û derve yên ku avakirina jiyana hevpar a demokratîk diyar dikin’, ‘Rîsk û derfetên avakirina jiyana hevpar a demokratîk’ û ‘Di avakirina jiyana hevbeş de erka saziyên demokratîk’ wê bên nîqaşkirin.

Di konferansê de zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî wê hemwext bên wergerkirin.

Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi rêya [email protected] qeyda xwe çêbikin.

Hûrguliyên konferansê:

Dîrok: 22.11.2025

Dem: 09.00

Cih: Wissenschaftzentrum Bonn

Navnîşan: Ahrstr. 45, 53175 Bonn