Li bajarê Swîsre yê Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’an heta niha li pêşiya NY’ê her roja Çarşemê çalakiya nobetê tê lidarxistin. Çalakî di hefteya 252’an de didome. Kurdan careke din bang li saziyên navneteweyî kirin ku erka azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigirin ser xwe.
Çalakî di şexsê endama Konseya Fermandeya YJA Starê Devrîm Medya (Zeynep Baytar), Devrîm Brûsk (Hanim Bozkur), Fermandarê HPG’ê Reşît Serdar (Mehmet Can Gurhan) û Kendal Barman (Yakup Baydag) de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî. Yuksel berxwedana 252 hefteyan bi bîr xist û got, "Em spasiya hemû hevalên xwe dyên di serma, germa û baranê de ev nobed hilgirtine heta roja îro anîne dikin.” Yuksel têkoşîna Rêber Apo ku tevî şert û mercên tecrîda dijwar a li Îmraliyê 27 sal in li ber xwe dide, silav kir û wiha domand: “Rêber Apo zêdetirî salekê ye bi şîara civaka demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne."
Yuksel anî ziman ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin modelek aştiya mayînde û jiyana demokratîk ji bo gelên Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn e û wiha pêde çû: “Bicihanîna pardîgmaya Rêber Apo ji bo me talîmat e; em soza xwe ya bicîhanîna vê talîmatê dubare dikin."
Yuksel di nirxandina pêvajoya aştiyê de bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiyeyê û got, "Rêber Apo ti carî destê ji bo aştiyê li hewayê nehiştiye û bi dilsozî bersiva hemû pêvajoyan daye. Lê dewlet bi niyeta baş nêzî pêvajoyê nabe, nêzîkatiyek parçe nîşan dide û polîtîkaya mijûlkirinê dimeşîne."
Yuksel destnîşan kir ku pêşeroja Tirkiye û Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a aştiyeke bi rûmet ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: "Paradigmaya modernîteya demokratîk ji bo gelên Rojhilata Navîn bi qasî av û nan pêwîstiyek jiyanî ye."
Yuksel di dawiya axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir û got, "Divê gavên bi niyeta baş werin avêtin û hemû astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin rakirin."
Kurdistaniyan heta saet 17:00’an çalakiyên xwe domandin.