BI DÎMEN

Cejna Berxwedana Neteweyî li Bensheimê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li herêma Bergstrasseyê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin. Mahmût Dîndar ê ji DEM Partiyê qala asta dîrokî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, "Eger em bi hev re têkoşînê bimeşînin, azadî nêzîk e."

Kurdistaniyên li herêma Bergstrasse û derdora wê ya Elmanyayê li gel dostên xwe bi wesîleya salvegera 27'ê Mijdarê li bajarê Benheimê çalakiyek lidar xistin. Ji Darmstadt, Heppenheim û Dieburgê gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hevserokên meclîsa herêmê beşdar silav kirin û qala girîngiya dîrokî ya têkoşînê kirin. Siyasetmedar Çiya Bager jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî vegot.

DÎNDAR: PÊVAJOYA AŞTIYÊ DI QONAXEKE DÎROKÎ DE YE

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar li çalakiyê axivî û destnîşan kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke dîrokî pêşkêş kiriye.

Dîndar biryara komîsyonê ya ji bo çûyîna Îmraliyê weke biryareke erênî dît û gotina "Em ê di nava komîsyonê de bimînin, lê belê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê" ya hin partiyan bi nakok û bê samîmî pênase kir.

Dîndar bal kişand ser bandora zêde ya gelê Kurd li herêmê û navneteweyî û destnîşan kir ku bêyî dîtina îradeya gelê Kurd êdî kes nikare gavekê biavêje.

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku divê têkoşîna gel di nava yekîtiyê de dewam bike û got, "Em ê tekez bi ser bikevin."

Di çalakiyê de Koroya Zarokan a Bergstrasseyê, Bîrhat Kurdî, Diyar Gerîla, Berî Atalay û Koma Êzdîn stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha govenda gel jî reng da çalakiyê. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.