5 kedkarên Çapemeniya Azad ên ku di dîrokên cûda de di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Bîranîna ku ji hêla Meclisa Jinan a Dest-Dan Hevî û Meclisa Kurdistaniyên Azad a Berlînê (Nav-Berlin) ve li Navenda Civaka Demokratîk hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Şemsê axaftina vekirinê kir. Dayê Şemsê şehîd bi bîr anî û girêdana xwe anî ziman.
Birayê şehîd Firat Tolhildan (Muslum Aslan) di axaftina xwe de got, "Me yê herî hêja yê xwe şehîd da. Wî bi rayeyê zanîngeh qezenc kir. Di sala 2014’an de biryar da ku tevlî gerîla bibe. Em ê wî qet ji bîr nekin."
Siyasetmedar Ahmet Aktaş jî got, "Me bi hezaran şehîd dan. Wan ji bo gelê me azadî bijî canê xwe feda kirin. Em girêdayî soza ku me daye wan in. Em ê xwe bi rêxistin bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê bi têkoşînê bersivê bidin komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan."
Aktaş anî ziman ku bi saya têkoşîna şehîdan gelê Kurd hatiye naskirin û qebûlkirin û wiha domand: “Qonaxa yekem bi ser ket, niha dema azadiyê ye. Têkoşîn bi dawî nebûye; bi qonaxek nû berdewam dike."
Bîranîn bi pîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hatibû amadekirin berdewam kir. Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.