BI DÎMEN

‘Pêvajoya nû hem rîsk hem jî derfetan di nava xwe de dihewîne’

Di axaftinên rûniştina bi sernavê; ‘’Rîsk û Derfetên di Avakirina Jiyana Hevpar a Demokratîk de’’ hate diyarkirin ku pêvajoya nû hem rîskên mezin hem jî derfetên girîng di nava xwe de dihewîne.

Konferansa navneteweyî ya bi sernavê ‘’Bi Hev Re Şêwedayîna Jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Perspektîfa Siberojê”, bi rûniştina ‘’Rîsk û Derfetên di Avakirina Jiyana Hevpar a Demokratîk de’’ dewam kir. Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Guley Kiliç ve hate kirin. Dr. Ozgur Sevgî Gurel, Ertugrul Kurkçu û Dr. Yahya Madra wekî axîver tevlî rûniştinê bûn.

Pêşkêşiya ewil ji aliyê Dr. Ozgur Sevgî Goral ve hate kirin. Goral diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê li gorî demboriyê di ciheke cuda de ye û wiha got: “Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, ji tecrubeyên salên 90’î û serê salên 2000’î cudatir, bi gavekî siyasî-dîrokî tê pêkanîn. Krîzên gerdûnî, karesatên neoliberal, şerên li Rojhilata Navîn û bilindbûna rastgiriya tundrew dora pêvajoyê dipêçe. Lê îro avakirina aştiyê ya li qada civakî û polîtîk, ne tenê bi muzakereyên li jor ve sînordar e. Divê wekî pêvajoyeke ku belavî qada civakî bûye, tevgerên siyasî û civakî xwedî dike, bê dîtin. Muzakereyên li jor, ne yekane diyarkerê avakirina aştiya civakî ye. Berfirehkirina qada civakî û pêkanîna derfetên avakirina cîhanên cuda jî asteke girîng a aştiyê ye.”

Pêşkêşiya duyemîn ji aliyê Ertugrul Kurkçu ve hate kirin. Kurkçu destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ji pêvajoyên 1993-2010 û 2013-2015 cudatir, bi gaveke polîtîk a nû pêş dikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê pêvajoyê bi amûrên xwe wekî endezyariyeke siyasî ya cuda û yek alî dimeşîne. Armanc û qonaxekî zelal pêşkêş nake. Li aliyê din jî, tevgera siyasî ya Kurd bi tecrubeya şer û muzakereyê, bi saya diasporaya li çar parçeyan berê pêvajoyê dibîne û dikare razemeniyên stratejîk bike. Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd pêvajoyê di çarçoveya azadî, jiyana hevpar û edaleta civakî de beralî dike. Lê li vir rehendekî duyemîn heye. Hem Tevgera Kurd û hem jî dewlet vê pêvajoyê ne wekî rêyekî ku bi xwe hilbijartine, wekî rolekî neçarî ku ji têkiliyên hêzê yên beramber ferz dike, dimeşînin. Ev rol bi serê xwe ne mayînde ye, divê her du alî jî ji çarçoveya hatiye ferzkirin wêdetir bifikirin û perspektîfeke nû pêş bixin. Serketina pêvajoyê girêdayî kapasîteya dewlet û tevgera Kurd e ku ji rolên neçarî wêdetir herin.”

Dr. Yahya Madra, di pêşkêşiya xwe de ev tişt anî ziman: “Rizgariya Kurdan, di heman demê de bi rizgariya Tirkiyeyê ya ji pêvajoyên xwe yên mêtingehkirinê ve girêdayî ye û ev pirsgirêkeke dualî û kûr e ku li pêşiya pêvajoyê ye. Krîza aborî û faktorên wekî penaber û çîna navîn a wêranbûyî, radaîkalbûn û avabûna avaniyên jêr-jor çêdikin. Di heman demê de vegera dewlet-neteweyên mezin, dewlet-neteweyên biçûk dixe xetereyê û metirsiyan kûr dike. Hebûna hêzên herêmî hem firsend û hem jî rîskan diafirîne. Di vê wateyê de, pêvajo ji entegrasyona demokratîk û paradigmeyên nû dihewîne, lê hem derfet û hem jî sînordarî bi hev re dimeşin. Abdullah Ocalan di vê serdemê de dema ku paragdîgma û têgehên nû pêş dixe, bi rastî dev ji têgehên xwe yên berê bernade. Divê em herduyan bi hev re bifikirin. Yek ji mijarên herî girîng di gotûbêjên vê sibehê de jî pozîsyona semptomatîk a Rojava bû. Ne Kurdistan dikare bêyî Rojava were pênasekirin, ne jî Sûriye dikare bêyî Rojava were fikirîn. Ev jî destnîşan dike ku Rojava, li ser sînorên netewe-dewletan re, xwedî pozîsyoneke transneteweyî ye. Tirkiye jî di vê çarçoveyê de, divê bi hişmendiyeke stratejîk û bi asoyek fireh li sînorên netewe-dewletê dinihêre, tevbigere.”

Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat jî ev tişt got: “Sernavê me yê îro metirsî û derfetên jiyana hevpar a demokratîk e. Metirsiya herî mezin nehatina gelên bindest û beşên civakî yên bindest li cem hev e. Li vir divê em tiştekî qebûl bikin: Erdogan, tiştekî ku desthilatdarên berê nedikarîn bike, kir. Helwesta rastîn a dewletê ya li hember Elewiyan veşart, wekî ku anî holê. Yên berê digotin “Elewî hemwelatiyên wekhev in”, lê di siyasetê de asîmîlasyon didomandin. Erdogan, eşkere nîşan da ku dewlet çawa li Elewiyan dinêre. Ev di demeke kurt de zirareke mezin da, lê di demeke dirêj de ev yek nîşanî Tirkiyeyê da: Çawa felaketeke mezin çêdibe dema ku kesek, civatek, mezhebek li ser hemû dewletê serdest be.”

Ji aliyê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ve jî Hafiz Ahmet Turhallı axivî. Turhallı di axaftina xwe de got: “Di axaftinan de behsa hemû bindestan tê kirin, lê qet behsa êşa gelê Misilman û kevneşopiya demokratîk û aştiyane ya di nav Îslamê de nayê kirin. Lê belê, li Tirkiyeyê beşeke mezin a Misilman heye ku li dijî bikaranîna Îslamê ya ji aliyê dewletê ve derdikeve û ji bo dadwerî û aştiyê dixebite. Îslam tê wateya aştiyê. Ger em bindestan ji zaliman cuda bifikirin, hevgirtina me hêsantir dibe. Ji ber ku me têgihiştineke rast a Îslamê nikarîbû bighînin civakê, valahî ji aliyê dewlet û desthilatê ve hate dagirtin. Metirsî mezin in, lê heke em bi hev re bifikirin dikarin wan çareser bikin.”

Songul Morsumbul, ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk û Yekîtiya Elewiyên Demokratîk ve axivî, bal kişand ser girîngiya konferansê û ev tişt anî ziman: “Em silavên xwe ji banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê, aştiyê û çareseriya xurt re dişînin. Îthafkirina konferansê ji Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı re jî, li hemberî binpêkirinên hiqûq û demokrasiyê, derbirîna wijdaneke civakî ye. Serdema ku em tê de ne, ne tenê demek siyasî ye. Ew fersendeke dîrokî ye ku tê de jiyana hevpar, dadwerî û civaka demokratîk dikare ji nû ve were avakirin. Pêvajoya ku bi banga Bahçelî û daxuyaniya birêz Ocalan dest pê kir, tenê dema ku bibe civakî dikare kûrtir bibe. Ji bo vê jî divê dewlet gavên rast û mayînde biavêje û nexşeyeke rê ya vekirî pêşkêşî civakê bike. Em Elewî ji bo parastina bawerî, ziman, nasname, azadiya jinê û mafê hemwelatiya wekhev têdikoşin. Civaka Elewî ne xwedî têgihiştinên yekperest û pevçûnî, lê xwedî pirrengiyê, lihevhatinê û aştiyê ye. Wekî ku gotina “Rêyek, rêgezek hezar” nîşan dide, em baş dizanin ku em çawa di nav cûdahiyan de bi hev re bijîn.”

Endamê QADê Faruk Muhsinoglu jî di axaftina xwe de tekez kir ku her kes li herêmê rastî zilmê hatiye, Elewî û Kurdan di dîrokê de berdêlên giran dane, û got ku cara yekem di dîrokê de tevgera Kurd bi îradeya xwe rêyeke nû vekiriye û pêvajoya bêçekbûn û aştiyê fersendeke dîrokî ye. Muhsinoglu anî ziman ku pêşîniya sereke ew e ku piştgirî bidin vê pêvajoyê bêyî ku rê li ber têkçûna wê were girtin, û got ku berî ku pirsgirêkên giran ên bi dehsalan li ser pişta siyasetmedarên îroyîn were bar kirin, divê jîngeheke aştiyê bê avakirin. Wî diyar kir ku civaka Kurd hemû enerjiya xwe bi serkeftina pêvajoyê ve girêdaye û xêz kir ku xeta Qendîl-Îmralî û DEM Partiyê bi ahengtî vê pêvajoyê dimeşîne û got, “Divê em bala xwe bidin ser wê yekê ku em bêyî ku bar bidin ser vê pêvajoya aşitî û bêçekbûnê, tevkariyê bikin û pêşî jîngeheke demokratîk û aram saz bikin.”

Di peyama ku ji aliyê Komeleya Karsazên Kurd a Ewropayê ve hate xwendin de ev tişt hate gotin: “Em komeleyeke karsazan in, lê îro em naxwazin behsa aboriyê, lê behsa nirxekî ku di dilê me hemûyan de cih girtiye, bikin. Aştî. Bêyî aştiyê, ne aboriyeke xurt çêdibe, ne jî pêşerojeke ewle. Aştî tê wateya hêviyê, tê wateya aramiyê, tê wateya bi ewle li pêşerojê. Nemafî yek ji rastiyên herî bi êş e ku siha xwe diavêje ser jiyana mirovan. Lê belê, aştî dilan nerm dike, mirovan tîne cem hev û ji bo me hemûyan rêyên nû vedike.”