Li Villiers-le-Belê şehîd hatin bibîranîn
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, ji bo bîranîna şehîd Armanc Şaruge û Koçber Tîrêj ku di demên cuda de şehîd bûne, çalakî hate lidarxistin.
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, ji bo bîranîna şehîd Armanc Şaruge û Koçber Tîrêj ku di demên cuda de şehîd bûne, çalakî hate lidarxistin.
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd, ji bo Armanc Şaruge û Koçber Tîrêj ku di salên cuda de di nava meha Mijdarê de şehîd bûne, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Malbatên şehîd Armanc û şehîd Koçer jî di çalakiyê de amade bûn. Malbatan peyama, “Em ê li ser rêya ku zarokên me hiştine, bimeşin” dan.
Li ser navê KOMAW’ê jî Ahmet Kaçan axivî. Kaçan îşaret bi dilsoziya bi şehîdan re kir û wiha got, “Em ê bi hev re li ser rêya wan bimeşin.”
Her wiha li ser navê Navenda Civaka Kurd, Mervan Botan axivî. Botan îşaret bi têkoşîna şehîdan kir û girîngiya fedakariya wan a ji bo gel kir.
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.