‘Pêvajoya aştiyê divê bi beşdariya civakî bê avakirin’

Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tenê bi bêçekbûnê ve ne sînordar e û got, "Aştiya mayînde li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê bi beşdariya hemû beşên civakê ya pêvajoyê pêkan e.”

Konferansa Bi Hev Re Şêwedayîna Jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Perspektîfa Siberojê piştî nîvro bi sernavê “Di avakirina jiyana bi hev re de berpirsiyariya saziyên demokratîk" berdewam kir. Prof. Dr. Umît Koşan moderatoriya rûniştina duyemîn kir. Ji Şandeya Îmraliyê Prof. Dr. Mîthat Sancar, rojnamevan Selahattîn Soro û parlamenterê DEVA Partiyê Mehmet Emîn Ekmen wekî axaftvan beşdar bûn.

Prof. Dr. Umît Koşan diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê di navbera aliyên şer dikin, divê bi beşdariya beşên civakî û saziyên sivîl bê meşandin. Koşan destnîşan kir ku gelek komele ji pêvajoyê hatine wêderkirin; lê divê hemû beşên civakî bigire nav xwe û hewceyî bi avaniyên giştî yên nû re heye. Koşan girîngiya hewildanên derdorên çepgir û demokratîk anî ziman ku pêwîstî bi beşdariya civakî ya berfirehtir heye.

'QONAXA ÇEKDANÎNÊ JI BO PÊŞIYA WÊRANKIRINÊ BIGIRE ANÎN PÊŞ’

Prof. Dr. Mîthat Sancar ewilî axivî û destnîşan kir ku çawaniya têgeha pêvajoya aştî û çareseriyê bi têra xwe nehatiye nîqaşkirin û diyar kir ku pêvajo du alî ye. Sancar bal kişand ser daxuyaniya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kir ku her çiqasî pêvajo di raya giştî de bi daxuyaniya Bahçelî tê nîşandan jî bi rastî xala girîng ew bû ku çima û çawa Tevgera Kurd û Rêber Apo bersiv dan vê bangê.

Sancar got, "Em nikarin vê pêvajoyê ji şikestina herêmî ya 7’ê Cotmeha 2023’yan cuda binirxînin. Îhtîmala ku bi tundî û şer li Rojhilata Navîn guherînin mezin pêk bên derketibû holê. Ev agir ne tenê wê bandorê li herêmê bikira, wê bandorê li hemû gelan bikira. Banga Ocalan ji bo pêşiya vê wêrankirinê bigire bû.”

Sancar bi bîr xist ku bêçekkirin qonaxa dawî ya pêvajoyan e û anî ziman ku vê carêj i ber şert û mercên herêmî anîn pêş û wiha berdewam kir: “Em timî li ser bêçekkirinê diaxivin, lê pêvajo bi vê yekê ve ne sînordar e. Banga Ocalan perspektîfa aştî û civaka demokratîk di nava xwe de dihewîne. Ev ji rawestandina pevçûnê wêdetir, ji bo pergala civakî ya nû derfetek dîrokî ye.”

Sancar wiha domand: “Danîna çekan bi qasî ‘çekan deyne erdê’ ne hêsan e. Nabe ku mirov bêyî sererastkirinên qanûnî û siyasî ji tevgerek ku bi salan e têkoşîna çekdarî dimeşîne vê yekê bixwaze. Pêvajo niha di vê qonaxê de ye."

Sancar destnîşan kir ku banga Ocalan xwe dispêre du stûnên bingehîn û vê yekê bi ‘ji tundiyê derbasbûna hiqûq û siyasetê" û "avakirina civaka demokratîk" pênase kir. Sancar destnîşan kir ku pêvajo bêyî civakîbûnê nameşe û anî ziman ku pêwîstî bi têgehên nû û formên nû yên rêxistina civakî heye.

Sancar bi bîr xist ku daxuyaniya 27’ê Sibatê, biryarên PKK’ê yên mehên Gulan û Tîrmehê, vekişîn û valakirina çeperên xeternak nîşan didin ku qonaxa yekem pêşve diçe û anî ziman ku divê dewlet jî gavên pêwîst bavêje. Sancar diyar kir ku ji bo Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe pêwîstî bi misogerkirina şert û mercên guncav hene û anî ziman ku divê pêvajo di nav "sêgoşeya aştiyê" de bê destgirtin.

Sancar wiha axivî: "Aştî ne tenê bidawîbûna şer e; ew jiholêrakirina tundiya fîzîkî, çandî û avahîsaziyê ye. Pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêkek nasnameyê ye; neheqiyên civakî-aborî û kêmasiyên demokratîk jî beşek ji wê ne. Ji ber vê yekê aştî tenê bi pêşveçûna hevbeş a van hersê qadan pêkan e."

‘MESELEYA MUXATABIYÊ YEK JI KILÎTÊN AŞTIYÊ YE’

Rojnamevan Selahattîn Soro diyar kir ku Rêber Apo berî çend salan gotibû, "Ez li muxatabekî digerim”, niha jî di navenda lêgerîna aştiyê ya ku li muxatabekî nû digere de ye. Soro destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê yên mînakên cîhanê de  herdu alî bi hev re pêvajoyê dimeşînin.

Soro ev tişt anî ziman: "Li Efrîkaya Başûr, li pêşberî Mandela, De Klerk hebû. Li vir muxatabê aliyê Kurd Ocalan e. Pirsa ku wê De Klerk ê aliyê Tirk kî be girîng e.”

Soro lidarxistina konferansek li diyasporayê hem wekî pêwîstiyek û hem jî wekî rewşek bi êş bi nav kir û diyar kir ku diyaspora tê wateya bêkokkirinê û trawmayek dîrokî temsîl dike. Soro anî ziman ku tevgera Kurd di 10 mehên piştî manîfestoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê berpirsiyariyên xwe bi cih aniye. Soro anî ziman ku aştî ne yekalî ye; divê hem avahiyên civakî berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Soro bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd di dîroka komarê de bi dubendiya "înkar-serhildanê" girtine dest û diyar kir ku divê hemû saziyên dewletê di serdema nû de li ser bingeha aştî, demokrasî û jiyana hevbeş ji nû ve bên fikirîn.

‘BÊYÎ TEVKARIYA PÊVAJOYÊ, NABE LI BENDA SERKEFTINÊ BIN’

Parlamenterê DEVA Partiyê Mehmet Emîn Ekmen dema endamêtiya xwe ya di Komîteya Aqilmendan a di sala 2013’yan de bi bîr xist û diyar kir ku wî mînakên gerdûnî lêkolîn kiriye û bawer kiriye ku heke pêvajoyek li Tirkiyeyê pêk were, divê teqez mîmarî û armancên wê bên destnîşankirin.

Ekmen anî ziman ku piştî destgirtina Bahçelî ya bi DEM Partiyê re gihîşt encama "ji bo serkeftina pêvajoyê divê mirov biaxive û tevkariyê bike" û got ku hewldaneke bi niyetên baş dest pê kir û bi tevkariya civakî wê mezin bibe.

Ekmen got, “Hewldanên bi vî rengî di seranserê dîrokê de têk çûne; ji ber vê yekê, di nav hemû beşên civakê de bêbawerî heye. Divê em pêvajoyê rast fam bikin û tevkariya wê bikin.”

Konferans piştî pirs û bersivan bi dawî bû.